Kurtulmuş: Komîsyona me gihîştiye qonaxa dawî

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Numan Kurtulmuş Komîsyon Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragihand ku "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" gihiştiye qonaxa dawî.

Komîsyona ku bi armanca "çareserkirina pirsgirêka Kurdan" hatibû damezirandin, bi serokatiya Numan Kurtulmuş civiya.

Kurtulmuş diyar kir ku armanca qonaxa dawî nivîsandina raporeke hevpar e da ku pêşniyar bibin qanûn.

"135 kes hatin guhdarîkirin"

Kurtulmuş derbarê xebatên komîsyonê de ev agahî dan:

"Heta niha 19 civîn û 58 rûniştin hatine kirin û 135 kes hatine guhdarîkirin.

Yên hatine guhdarîkirin hema hema ji hemû baskên civakê, saziyên civaka sivîl, akademîsyen û rîspî ne."

"Partiyan raporên xwe radest kirin"

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê da zanîn ku partiyên siyasî raporên xwe amade kirine û radestî serokatiyê kirine.

Kurtulmuş got, "Raporên ku ji bo partiyên me yên siyasî her yek wekî belgenameya helwesta siyasî ya cuda ye, gihîştine ber destê Serokatiya Meclisê."

"Armanc rapora hevpar e"

Numan Kurtulmuş destnîşan kir ku raporên partiyan li ser malpera meclisê hatine weşandin û wiha pê de çû:

"Armanca me ya sereke ew e ku ji van raporan raporeke hevpar were amadekirin, hemû alî bêyî ku şerhê deynin ser ji vê rapora hevpar razî bin."

Dema Komîsyonê dirêj dibe

Kurtulmuş diyar kir ku ji bo temamkirina rapora dawî pêdiviya wan bi demeke zêde heye û got:

"Me bi nûnerên partiyên xwe re jî şêwirî û dirêjkirina demê hewce dike. Em dê ji bo biryara dirêjkirina demê serî li dengên we bidin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst