Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku pêwendiya radarê ya bi balafira taybet a Mihemed Elî El-Haddad re qut bû li gundê Kesîkkavakê yê navçeya Haymanayê ya Enqereyê parçeyên wê hatin dîtin.
Hat ragihandin ku Sererkanê Giştî yê artêşa Lîbyayê Mihemed El-Haddad jî di nav de 5 kes mirine.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya da zanîn ku "Cendirmeyan xwe gihand bermahiyên wê balafira ku ji Balafirgeha Esenbogayê ya Enqereyê ber bi Trablusê ve bi rê ketibû."
Di balafirê de Sererkanê artêşa Lîbyayê Mihemed El Haddad jî di nav de 5 rêwî hebûn.
Cureyê balafirê Falcon Air e û piştî rabûnê bi demeke kurt pêwendiya pê re qut bûye.
Daxuyaniya Alî Yerlîkaya
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser mijarê daxuyanî da û got:
"Cendirmeyan xwe gihand bermahiyên wê balafira ku ji Balafirgeha Esenbogayê ya Enqereyê ber bi Trablusê ve bi rê ketibû.
Parçeyên balafirê li başûrê gundê Kesîkkavakê yê navçeya Haymanayê hatin dîtin."
Yerlîkaya diyar kiribû ku balafirê li derdora navçeya Haymanayê ya Enqereyê daxwaza daketina bilez kiriye lê pişt re pêwendî bi balafirê re qut bûye.
Alî Yerlîkaya ragihand ku Sererkanê artêşa Lîbyayê Mihemed Elî Ehmed El-Haddad jî di nav de 5 rêwî di balafirê de ne.
Yerlîkaya da zanîn ku dê raya giştî li ser pêşhatan were agahdarkirin.
Daxuyaniya Serokwezîrê Lîbyayê
Serokwezîrê Lîbyayê Ebdulhemîd Debîbe (Aldabaiba), mirina Sererkanê Giştî yê artêşa Lîbyayê û şandeya pê re piştrast kir.
Sererkanê artêşa Lîbyayê Mihemed Elî Ehmed El-Haddad û şandeya pê re di firokeya ku li Enqereyê ket de bûn.
Ebdulhemîd Debîbe li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyaniyek belav kir û xemgîniya xwe anî ziman.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di "bûyereke bi êş" de dema ku ji serdaneke fermî ya Enqereyê vedigeriyan, karesat rû daye.
Li gorî daxuyaniya Ebdulhemîd Debîbe kesên ku di bûyerê de mirine ev in:
Sererkanê Giştî yê artêşa Lîbyayê Mihemed El-Haddad
Sererkanê Hêzên Bejahî El-Fîtûrî Xerîbîl
Birêvebirê Dezgeha Pîşesaziya Leşkerî Mehmûd El-Qetîwî
Şêwirmendê Sererkanê Giştî Mihemed El-Esawî Diyab
Wênegirê Ofîsa Ragihandinê Mihemed Omer Ehmed Mehcûb
Serokwezîrê Lîbyayê Ebdulhemîd Debîbe di peyama xwe de got:
"Ev karesata mezin windahiyeke mezin e ji bo welat, saziya leşkerî û hemû gel.
Me zilamên wisa ji dest dan ku bi dilsozî û fedakarî xizmeta welatê xwe kirine.
Ew di disîplîn, berpirsyarî û pêbendbûna niştimanî de mînak bûn."
Debîbe sersaxî ji malbatên qurbaniyan û hevalên wan ên di hêzên çekdar de xwest.
Îro hevdîtin kiribû
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler îro Sererkanê Lîbyayê Mihemed Elî El-Haddad pêşwazî kiribû.
El-Haddad li ser daweta Sererkanê Tirkiyeyê Selçuk Bayraktaroglu çûbû Tirkiyeyê.
Bayraktaroglu ew bi merasîmeke fermî li Sererkaniyê pêşwazî kiribû.

Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse