DEM Partî û MHPyê cejna hev pîroz kir: 'Em ji bo paşerojê bi hêvî ne'

07-06-2025
RÛDAW
Nîşan DEM Parti MHP Cejn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi minasebeta Cejna Qurbanê DEM Partî û MHP cejna hev pîroz kir.

Her du partiyan di heman demê de navendên hev ziyaret kirin. Ziyareta yekem a ji bo DEM Partiyê ji aliyê MHPyê ve hat kirin.

Piştî Pêvajoya Îmraliyê ya ku Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî dest pê kiribû, MHP bi DEM Partiyê re dest bi pîrozbahiyên cejnê kir ku berê pêwendiyên wan qut bûbûn.

Piştî serdana Cejna Remezanê, di vê Cejna Qurbanê de jî her du partiyan serdana hev kirin.

Serdana her du partiyan di heman demê de pêk hat. Dema ku şandeke MHPyê çû DEM Partiyê, şandeke DEM Partiyê jî çû MHPyê.

Partiya ku yekem serdana DEM Partiyê kir MHP bû. MHP, berî DEM Partiyê bi DSPyê re cejn pîroz kir.

Şandeya MHPyê ji Alîkarê Serokê MHPyê Sadîr Durmaz, Şêwirmenda Serokê MHPyê Esma Ozdaşli û Endamê Lijneya birêvebir Şahîn Kartal pêk hat.

Serokê şandeya MHPyê Sadîr Durmaz got, "Cejn, wekî hûn dizanin, rojên bi wate ne ku aştî, lêborîn û biratî tê de xurt dibe.

Em di aramiya wê de ne ku em gihîştine cejneke din bi tendurist. Bila Xwedayê mezin yekîtî, hevgirtî û aştiya gelê me xirab neke. Bila derfetê nede wan kesên ku dixwazin xirab bikin.

Bi vê minasebetê, em hatine DEM Partiyê ku serdana duyemîn a bernameya me ye. Em di şexsê we de cejna hemû hevalên xwe pîroz dikin."

Şandeya MHPyê ji aliyê şandeya DEM Partiy yê bi serokatiya Mehmet Ruştu Tîryakî ve hat pêşwazîkirin.

"serdemek e ku me hemûyan kelecan dike"

Piştî axaftina Durmaz, Tiryakî wiha got:

"Em di şexsê we de Cejna Qurbanê ya malbata Partiya Tevgera Neteweyî, her wiha ya welatê me û hemû Misilmanan pîroz dikin.

Di cejnan de di serê peyamên me de aştî tê, aramî tê. Hêviya me her ew e. Peyamên me li ser vê yekê hatine avakirin.

Wekî ku ev cejn dê bibe ew cejna ku em dixwazin. Ji ber vê yekê demeke ku me hemûyan heyecandar dike.

Bi rastî, pêvajoya ku birêz Devlet Bahçelî di 1ê Çiriya Pêşîn de dest pê kir, peyama ku birêz Ocalan di 27ê Sibatê de belav kir û piştre daxuyaniya PKKyê ku dê kongreya xwe bicivîne û rêxistinê belav bike û dawî li têkoşîna çekdarî bîne, bû sedema peydabûna keskesoreke nû ya aştiyê ji bo Tirkiyeyê. Pêvajoyeke ku me hemûyan heyecandar dike.

"Em ji paşerojê bi hêvî ne"

Em ji paşerojê bi hêvî ne, bi rastî em bi hêvî ne. Em hêvî dikin ku êdî dê bibe demeke ku em behsa hêsiran, xwînê, mirinan nakin.

Bila bibe demek ku çavkaniyên vî welatî bi rastî ji bo gelê vî welatî, hemwelatiyên wê, ji bo vî welatî bên xerckirin.

Ne ji bo şer, pevçûn û çekan, lê ji bo aramiyê bê xerckirin. Em bawer in, dê deriyekî wiha jî vebe.

Belkî ev aştî bi serê xwe hemû pirsgirêkên vî welatî çareser nake.

Lê em difikirin ku dê ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan, ji bo peydabûna keskesoreke nû deriyekî girîng veke, vebike.

Em bawer dikin. Ji 1ê Çiriya Pêşîn ve em wekî hemû partî, bi hemû kadirên xwe, bawer bikin em li kuçeyan in, em di nav gelê xwe de ne.

Em hewl didin vê yekê rave bikin. Em hewl didin vê hêviyê belav bikin. Helbet hemû pirsgirêkên me ne tenê ev in.

Gelek pirsgirêkên vî welatî hene lê carekê din divê em balê bikişînin ser vê yekê.

Eger em karibin vê pirsgirêkê çareser bikin, eger em karibin vê pirsgirêka vî welatî çareser bikin, em dikarin Tirkiyeyeke xurtir, di Rojhilata Navîn de gotina wê derbastir, belkî ne tenê di welatê me de, lê ji bo çareserkirina pirsgirêkên hemû herêma me, welatekî ku dikare roleke çalaktir bilîze, keskesorekê biafirînin.

Em bibêjin ku em dê heta dawiyê piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. We li vir dît, pêşî we pêşwazî kir ji bo me bi taybet bi nirx e."

"Dîtinên we gelek bi qîmet in"

Piştî gotinên Tiryaki, Durmazê MHPyî wiha berdewam kir:

"Dîtinên ku we hinekî berê gotin gelek bi qîmet in.

Bi rastî divê em hemû ji vê pirsgirêka mezin a ku 40 sal e berdewam dike û bûye kelem li ber lingên Tirkiyeyê, rizgar bibin.

Zarokên ku beriya 40 salan hatine dinyayê, yanî eger em 1985an wekî bingehê bigirin, îro 40 salî ne û gelek nifşli Tirkiyeyê bi terorê mezin bûne.

Êdî derbasî Tirkiyeyeke bêteror bibin, hiqûqa biratiya hezar salî bêtir pêşve bibin, xurttir bikin, bi gavên ewletir ber bi pêşerojê ve biçin, di sedsala Tirkiyeyê de Tirkiyeyê di herêmê û cîhanê de bikin welatekî pêşeng, gelek girîng e.

Ji xwe ji aliyê sosyolojîk ve jî ev welat û ev netew ku heman qederê parve dike, nikare ji hev cuda bibe.

Ji goşt û neynûkê jî wêdetir çûye. Wekî ku Serokê me yê Giştî di demên borî de gotiye, digel terora ku 40 sal domandiye jî zewac qet nehatine birîn û nifşek heye ku ji van zewacan hatiye dunyayê.

Ji ber vê yekê, madem ku em nikarin van zarokan ji navê ve parçe bikin, divê em bi her awayî hiqûqa xwe ya biratiyê pêş bixin.

Yek ji rêberên me yên manewî rehmetî Ziya Gokalp e. Ziya Gokalp kurê malbateke Amedî ye.

Di lêkolînên xwe de rastî gotineke wî hatim. Hûn jî bêguman dizanin. Dibêje, "17 salan ez li Kurdan geriya, her dem Tirk derketin pêşberî min".

Yanî Kurd û Tirk qedera hevpar parve dikin, û eger mirovên me yên ji etnîsîteyên cuda yên ku li vê erdnîgariyê dijîn tu pirsgirêkên wan yên li ser pêşerojeke hevpar tune be, ciyê her kesî, wekî emaneta Xwedê li ser serê me heye. Em nikarin bi awayekî din nirxandinê bikin.

Dibêje 'Tirkê ku ji Kurd hez neke ne Tirk e. Kurdê ku ji Tirk hez nake jî ne Kurd e.

Hezkirin a Kurdan ji bo Tirkan û ya Tirkan ji bo Kurdan hem ji aliyê siyasî ve hem jî ji aliyê dînî ve ferz e'. Ziya Gokalp vê dibêje.

Di dema borî de tespîtên gelek bi wate yên rehmetî Serokê me Turkeş Beg li ser vê mijarê hene. Yanî 'Ew çiqas Kurd in, ez jî ewqas Kurd im. Ez çiqas Tirk im, ew jî ewqas Tirk in.'

Yanî wekê ku me hinekî berê got, meseleya zewacê, eger digel terora ku 40 sal e didome, nêzî 10 milyon zewac çêbûbin û ji wan dudo zarok çêbûbin, dike 20 milyon. Dê û bav dike 40 milyon. Hûnê çawa parve bikin?

"Wekî derfetekê li pêşiya me disekine"

Şansekî we yê wiha nîne. Yanî ne mimkun e ku hûn vê bikin. Ji hêla pratîk û fizîkî ve, kesek nikare vê bike. Wê demê çi dimîne?

Ya ku dimîne, di çarçoveya armancên hevpar de mezinkirina Tirkiyeyê, mezinkirina biratiyê, ji bo Tirkiyeyeke modern û bêhtir pêşketî bi hev re dest bi dest kar kirin.

Ji bo vê jî, Tirkiyeya bêteror, ku bi însiyatîfa Serokê me yê Giştî dest pê kiriye, wek derfetekê li pêşiya me disekine. Em hêvî dikin ku ev cejn bibe sedema vê.

Înşalah di pêvajoya pêş me de, bi danîna û teslîmkirina çekan re, bi rêya komîsyoneke ku li meclisê were avakirin, li Meclisa me ya Gazî ku navenda îradeya neteweyî ye, Înşallah ev mijar dê bi rêya komîsyonekê ku bi beşdarbûna hemû partiyan were avakirin, helbet bê nirxandin.

Heyeteke DEM Partiyê jî Navenda MHPyî ziyaret kir

Di dema ku serdana MHPyê ya li DEM Partiyê berdewam dikir, endamên DEM Partiyê jî serdana Navenda Giştî ya MHP yêkir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst