Heyeta Îmraliyê û Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê civiyan

07-07-2025
RÛDAW
Civîna Heyeta Îmraliyê û Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê  / Wêne: DEM Partî
Civîna Heyeta Îmraliyê û Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê / Wêne: DEM Partî
Nîşan Heyeta Îmraliyê DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî hevdîtina bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re Heyeta Îmraliyê û Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê li Enqereyê li hev civiyan.

Endamên Heyeta Îmraliyê piştî hevdîtina li Girava Îmraliyê, li Navenda Giştî ya DEM Partiyê bi Hevserokên Giştî Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullariyê re civiyan û piştre dê derbasî Koşka Serokkomariyê ya Tirkiyeyê bibin.

Heyeta Îmraliyê ku ji Pervîn Buldan û Mîthat Sancar pêk tê û doh li Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinek kiribû.

Civîna ku Cîgira Serokê Parlamentoyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar beşdar bûn, ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin.

Tê nirxandin ku di hevdîtinê de hûrgiliyên hevdîtina li Girava Îmraliyê û helwesta partiyê ya ji bo pêvajoyê hatine gotûbêjkirin.

Heyet, piştî hevdîtina li Navenda Giştî ji bo hevdîtina bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re dê derbasî Koşka Serokkomariyê bibe.

Tê payîn ku Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala û Serokê Saziya Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin jî beşdarî hevdîtinê bibin.

Ev pêşhat sînyalên wê yekê dide ku hewlên dîplomatîk ên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan a li Tirkiyeyê dikare derbasî qonaxeke nû bibe û ji aliyê dînamîkên siyasî yên herêmê ve ji nêzîk ve tê şopandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin