Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Datçayê ya Muglayê erdhejek bi hêza 5 pileyan çêbû. Prof. Dr. Nacî Gorur diyar kir ku ev erdhej nîşana liv û tevgera tektonîk a serekî ye.
Erdhejeke bi hêza 5 pileyan çêbû ku li bajarên derdorê jî hat hîskirin.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand îşev saet 20:46an, erdhej çêbûye û kûrahiya wê 7, 37 kîlometre di bin erdê de bûye.
Pisporê Zanistên Jeolojîk ê navdar Prof. Dr. Nacî Gorur piştî erdhejê li ser hesabê xwe yê Xê postek belav kir û hişyarî da.
Gorur diyar kir ku ev erdhej li herêma di navbera giravên Gîrît û Rodosê de çêbûye û sedema wê liv û tevgera lewheyên tektonîk e.
Prof. Dr. Nacî Gorur got, "Erdhej ji ber çûna binê lewheya Afrîkayê ya di bin lewheya Anadoluyê de pêk hatiye. Lewheya Anadoluyê di bin zextê deye."
Piştî erdhejên 6ê Sibata 2023yan ên Mereşê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê liv û tevgera erdê berdewam dile û pispor gelek caran hişyariya rûdana erdhejên mezin didin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse