Hewlêr (Rûdaw) - Civîna Encûmena HDPyê li navenda giştî ya ku li Enqereyê ye dest pê kir. Hevserokê HDPyê got, “Dixwazin tola DAIŞê ji HDPyê hilînin.”
Hevserokê HDPyê Mithat Sancar berî civînê li ser rojeva civînê agahî dan û got, “Rojeva sereke dê diyarkirina dîroka kongreya awarte be û HDP dê ezmûna xwe bi YSPyê re parve bike.”
HDPya ku di hilbijartinên parlamento û serokkomariyê yên Tirkiyeyê de li gorî hilbijartinên berê bi awayekî berbiçav dengên xwe ji dest dabûn, niha dest bi pêvajoyeke nû kiriye.
HDPyê li hinek bajaran civînên gel saz kirin û xwe ji bo kongreya awarte amade kir.
Encûmena Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navenda giştî ya partiyê ku li Enqereyê ye civiya.
Hevserokê HDPê Mithat Sancar li ser rojeva civînê agahî dan rojnamevanan û got, “Dê di civînê de biryarên dîrokî bên gotûbêjkirin.”
“Dixwazin tola DAIŞê ji HDPyê hilînin”
Mithat Sancar li ser Doza Kobaniyê jî axivî û got:
“Dixwazin tola DAIŞê ji HDPyê hilînin. Herî dawî Wezareta Ewqafan a Tirkiyeyê bi navê daxwaznameya tevlîbûnê nameyeke ku dikare berdewamiya hişmendiya DAIŞê be avêtiye holê.”
Sancar di dawiya axaftina xwe de got, “Armanca me ya serekî ew e ku em bi rêbazên nû û berfirehkirina kar û xebatên xwe, civakê ji bêçaretî û bijardeya teslîmbûnê rizgar bikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse