Li Stenbolê bayê aştiyê: Siyasetmedar û akademîsyen li ‘modela hevpar’ digerin

5 demjimêr berê
Omer Sonmez
Nîşan Stenbol Pêvajoya Çareseriyê DEM Partî Partiya DEVAyê
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê, di navbera rojên 6 û 7ê Kanûna Pêşîna 2025an de, li ser pêvajoya çareseriyê û aştiya li Rojhilata Navîn 3 konferans û komxebatên girîng hatin lidarxistin.

Yek ji wan xebatan, konferansa du rojî ya ‘Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiyê’ ya Hereketa Edaleta Civakiyê (SAHÎ) bû.

Di konferansê de ji welatên wekî Libnan, Îraq, Tûnis, Îranê Cezayîr, derdora 40 akademîsyen, rojnameger, aktîvîst û siyasetmedar derbarê geşedan û îhtîmala aştiya li Rojhilata Navîn de gotar pêşkêş kirin û pêşniyarên çareseriyê anîn zimên.

Sancar: Pêvajo bi pêş dikeve 

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê û Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Mîthat Sancar jî di konferansê de amade bû.

Sancar ji Rûdawê re axivî û got, "Tevî hinek astengî û pirsgirêkan jî pêvajo her ku diçe bi pêş dikeve û êdî derbasî qonaxa yasayî dibe."

Mîthat Sancar her wiha got, "Pêvajo ji qonaxên pir girîng derbas bûye û bin pêşketinên cidî li pey xwe hiştine.

Hêj li pêşiya me rêyeke pir dirêj heye û dê qonaxên li pêşiya me bêhtir bi aloz û dijwar bin.

Niha hem di zemîna siyasî hem jî di rojeva parlamentoyê de gavên yasayî hene."

Nûnerên partiyan hatin rexnekirin

Di konferansê de endamên ‘Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê’ ya Parlamentoya Tirkiyeyê jî gotar pêşkêş kirin.

Nûnerên CHP, Partiya Saadet û Partiya DEVAyê ji aliyê beşdaran ve ji ber neçûna Îmraliyê hatin rexnekirin.

Parlamenterê CHPyê û Endamê Komîsyonê Oguz Kaan Salici ji Rûdawê re got, "Divê biryara neçûna Îmraliyê wekî paşvegavavêtina ji pêvajoyê neyê nirxandin.

Ez hêvî dikim ku girseya CHP û DEM Partiyê neyên beramberî hev.”

“Model, nenavendîbûn e”

Alîkarê Serokê Partiya DEVAyê û Endamê Komîsyonê Mehmet Emîn Ekmen jî diyar kir ku ew di qonaxa amadekariya raporan de ne û got, "Ez hêvî dikim ku êdî di demekî nêzîk de, zemîna yasayî ku hewcedariya herî mezin a pêvajoyê ye bê amadekirin.

Li gorî min dê li Sûriyeyê jî, di çarçoveya modela ‘nenavendîbûnê’ de bi HSDyê re entegrasyonek çêbibe."vendîbûnê’ de bi HSDyê re entegrasyonek çêbibe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst