Parêzeran ji bo serdana Abdullah Ocalan serlêdan kir

08-05-2025
RÛDAW
Nîşan Girava Îmraliyê Abdullah Ocalan Serdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzerên Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ji bo serdana Girava Îmraliyê û hevdîtina bi muwekilê xwe re serlêdan kir.

Parêzer Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Mazlum Dînç û Fayîk Ozgur Erol ku endamên Buroya Parêzeran a Hevdem in û parêzerên Abdullah Ocalan in ji bo pêkanîna hevdîtineke li gel muwekilê xwe daxwaznameyeke fermî pêşkêşî Serdozgeriya Komarî ya Bursayê û Birêvebiriya Girtîgeha Cezayên Giran a Îmraliyê kir.

Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan 26 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya li bajarê Bursayê girtî ye.

Berî destpêkirina pêvajoya nû ya aştiyê, her çar parêzerên Ocalan di nava çar salan de zêdetirî 300 daxwazname ji bo dîtina wî pêşkêş kiribûn lê hemû hatibûn redkirin.

Parêzerên sê girtiyên din ên li Girava Îmraliyê, ji bo hevdîtin û wergirtina agahiyan a ji muewekilên xwe daxwazname pêşkêş kir.

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê rojên 28ê Kanûna Pêşîn a 2024an û 22yê Kanûna Paşîn a 2025an, 25ê Sibata 2025an û 21ê Nîsana 2025an çar caran bi Abdullah Ocalan re civiya.

Di hevdîtina dawî de parêzerê Ocalan Fayik Ozgur Erol jî di nava Heyeta Îmraliyê de cih girt.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst