Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê ragihand ku hevserokên DEM Partiyê dê hefteya bê bi şandeyeke berfireh biçin Îmraliyê.
Ayşegul Doganê îro derbarê civîna Birêebiriya Navendî ya DEM Partiyê ya doh de civîneke çapemeniyê li dar xist.
Ayşegulê da zanîn ku dê şandeyeke berfireh a DEM Partiyê hefteya bê biçe Girava Îmraliyê û dê bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.
Berdevka DEM Partiyê got, “Hefteya bê şandeyeke ku ji hevserokên me pêk tê dê biçe Îmraliyê. Em niha plana wê dikin.”
Heyeta Îmraliyê 8 caran çûye
Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê heta niha 8 caran çûye Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re civiyaye.
Heyet herî dawî 28ê Tebaxa 2025an çûbû Îmraliyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse