Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi hinek wezîr û parlamenterên partiya xwe re civiya û diyar kir ku ew li bendê ne PKK "kêliyekê berî kêliyekê" çekan deyne.
Rojnamegera Milliyetê Ayşe Kahvecîgluyê li ser naveroka civîna Erdogan a bi wezîran agahî dan.
Hat zanîn ku civîn li Navenda Giştî ya AK Partiyê hatiye lidarxistin.
Rojnameger Kahvecîogluyê diyar kir ku Erdogan, di civînê de li ser pêvajoya nû ya çareseriyê zanyarî û hişyarî dane wezîr û hin parlamenteran.
Ne pêvajoyeke hêsan li benda me ye
Li gorî Ayşe Kahvecîogluyê, Erdogan ji parlamenteran re gotiye, "Me hemû astengî derbas kirin. Em li bendê ne PKK kêliyekê berî kêliyekê çekan deyne û xwe fesix bike.
Piştî wê dê pêvajoyeke nû serdemeke nû ji bo me hemûyan dest pê bike.
Dê peywira mezin bikeve ser milê siyasetê."
Erdogan li ser girîngiya birêvebirina pêvajoyê hişyarî da û got, "Dibe ku hinek bixwazin ji vê mijarê ji aliyê siyasî ve sûdê wergirin, divê em ji bo vê jî amade bin.
Pêvajoyeke ne hêsan li benda me ye. Di vê mijarê de baweriya min bi we heye."
Li aliyê din, Haberturkê jî amaje bi civîna Erdogan a bi wezîr û parlamenteran re kir û li gorî wan jî Erdogan gotiye:
"Divê pêvajoya Tirkiyeya bê teror bi baldariyeke mezin bê birêvebirin. Em ji rêxistina terorê hêvî dikin ku îro sibe xwe fesix bike.
Em bawer dikin ku ev dê di demeke nêzîk de pêk were.
Eger rêxistin pêdiviyên xwe bi cîh neyîne, em dê têkoşîna li dijî terorê bileztir bikin."
Li gorî nûçeya Haberturkê, Erdogan hişyarî jî daye wezîr û parlamenteran û wiha got: "Rê nedin ti rewşa ku zererê bide pêvajoyê.
Li ser hemû wateyên her gotina ku ji devê we derdikeve bifikirin û biaxivin.
Baweriya me temam e ku ev pêvajo dê bi ser bikeve û Tirkiye dê ji terorê rizgar bibe."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse