Amed axaftina Erdogan çawa dibîne?

13-07-2025
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Rûdawê nêrînên xelkê veguhastin / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Rûdawê nêrînên xelkê veguhastin / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Amed PKK Pêvajo Erdogan
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Axaftina Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan bandora xwe hem li ser xelkê û hem jî li ser siyasetê kir.

Hevkarên me berê xwe da nav partiyên siyasî û kolanên Amedê û wan ji siyasetmedaran û xelkê pirsa vê axaftinê kir.

Birêvebirên AK Partî û DEM Partiyê û xelkê Amedê axaftina Erdogan ji Rûdawê re nirxand.

Şêniyên Amedê Sadiq Çetîn bi gotinên “Wilehî eger rastî here rind e. Ger rastî bimeşe rind e” hêviyên xwe anîn zimên.

Nemetê Zivîngî jî axaftina Erdogan bi rengê, “Ya ku min ji axaftina wî fêm kir, got gerek ev îşê ha safî bibe, biçe serî. Wekî din ti çare jê re nîn in. Min wisa fêm kir" şîrove kir.

Axaftina ku Erdogan li Kizilcahamamê kir bi carekê re li kuçe û kolanan jî deng da.

Ne tenê di nava civakê de, di nava siyasetê de jî rojeva sereke axaftina Erdogan bû. Nexasim jî di nava rêxistinên AK Partiyê yên bajarên Kurdan de.

“Bi awayekî zelal îro ev yek anî zimên”

Li gorî birêvebirên AK Partiyê, Erdogan di vê axaftinê de ji bo sedsala bê careke din hevkariya Kurd û Tirkan daye pêşiya xwe.

Serokê Şaxa AK Partiyê ya Amedê Omer Îler got ku derî vekirî ne û pêwendî bi DEM Partiyê re hene.

Omer Îler her wiha got “Birêz Devlet Bahçelî, partiya wî û DEM Partî em dê bi hev re gavan biavêjin. Birêz Serokkomar bi awayekî zelal îro ev yek anî zimên.”

Di nava DEM Partiyê de jî axaftina Erdogan rojeveke sereke bû.

Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan di axaftina xwe de diyar kiribû ku AK Partî, MHP û DEM Partiyê biryar dae ku bi hev re bimeşin.

“DEM şirîkatiyê li ser heq û edaletê dike”

Li gorî birêvebirên DEM Partiyê hevkariya DEMê tenê li ser çareserkirina doza Kurdan e.

Endamê Meclisa DEM Partiyê Diyadîn Firat got:

“Dibêje ez û MHPyê şirîkê hev in. DEM jî li ser me şirîkatiyê dike.

DEM şirîkatiyê li ser heq û edalet û wekheviyê, li ser nasnameya Kurd, li ser pirsgirêka Kurd, li ser zimanê Kurdî, li ser hebûna Kurdan, li ser eql û mentiqê şirîkatiyê dike.”

“Em ji xwe tim aştiyê dixwazin”

Tu li kolanên Amedê berê xwe bidî kû derê, ger çend kes li hev civiyabin naveroka civata wan her axaftina Erdogan e.

Salih Tetîk li ser aaxftina Erdogan got, “Axaftineke pir xweş kir. Em ji xwe tim aştiyê dixwazin, em başîtiyê dixwazin, yekîtiyê dixwazin.”

“Ez dixwazim ku Tirk bibêjin Kurd hene”

Kamuran Aydin jî biland, “Bi hev re me şer kiriye, me bi Tirkiyeyê daye karkirin, qazanc kiriye.

Ez dixwazim ku Tirk bibêjin Kurd hene, Kurd jî bibêjin Tirk hene û em tev birayê hev bin. Li Kurdistan û Tirkiyeyê em tev bibin yek.”

Îkram bi hevoka “Ji vê xweştir tiştek tune ye. Em tev dixwazin xwîn were sekinandin, şer bê sekinandin û kes nemire” xwest ku êdî xwîn nerije.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, dîmenên merasima şewitandina çekan bandoreke erênî li ser civaka Tirk kiriye û dê ji îro û pê de zêdetir piştgiriyê bidin pêvajoya aştiyê.

Li kolanan jî dixuye ku axaftina Erdogan bandoreke erênî li ser civaka Kurd kiriye.

Gotin çi qasî bihêz û gav çi qasî berbiçav dibin, baweriya li hemberî vê pêvajoyê jî zêdetir dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst