Dadgehê li ser Doza Kobaniyê biryareke girîng da

08-07-2025
RÛDAW
Nîşan Doza Kobaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di Doza Kobaniyê de biryarên kontrola edlî yên derbarê siyasetmedaran de, li ser serlêdanê hatin rakirin.

Di çarçoveya Doza Kobaniyê de, Hevserokên berê yên HDPyê Figen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de, ceza li gelek siyasetmedaran hatibû birîn û hinek ji siyasetmedarên ku ceza li wab hatibû birîn, bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.

Parêzera Ayla Akat Ata, Çîgdem Kozan û parêzerê Mesut Bagcik, Yusuf Çakas ji bo rakirina biryara kontrola edlî ya derbarê muwekîlên xwe û siyasetmedarên din de serî li dadgehê da.

Qedexeya derveyî welat hat rakirin

Dozgeriyê mutalaya xwe pêşkêşî 22yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê kir û daxwaz kir ku biryarên kontrola edlî yên derbarê Ayla Akat Ata, Emîne Ayna, Mesut Bagcik, Ayşe Yagci, Gultan Kişanak, Meryem Adibellî û Sabahat Tuncel de bên rakirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, dadgehê piştî nirxandinê biryara qedexeya derketina derveyî welat a li ser hemû siyasetmedaran rakir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst