Hewlêr (Rûdaw) - 7 şaredaran ji partiyên xwe îstifa kir û derbasî AK Partiyê bûn.
7 şaredarên ku ji partiyên xwe îstifa kir îro di Civîna Parlamenteran a 2025-2026an a AK Partiyê de tevlî wê partiyê bûn.
Di nav şaredarên ku derbasî AK Partiyê bûne de 3 ji Partiya Refahê ya Nû (YRP), 2 ji Partiya DEVAyê, 1 ji Partiya Demokrat (DP) û 1 jî ji Partiya Gel a Komarî (CHP) ne.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di bernameya partiya xwe ya Civîna Parlamenteran a 2025-2026an de axivî.
Erdogan bi xwe rozet şaredaran ve kirin.
Lîsteya şaredarên ku tevlî AK Partiyê bûn wiha ye:
1- Mêrdînij (Erdexan) Gokhan Budak - CHP
2- Şîran (Gumuşhane) Abdulbakî Kara - DP
3- Bajarokê Rustemgedîkê (Mûş), Abîd Ozdemîr - DEVA
4- Bajarokê Hemzeşêxê (Mûş), Uşak Ataş - DEVA
5- Bajarokê Ilicayê (Çewlîg), Eşref Varol - YRP
6- Oren (Gîresun), Soner Erkan - YRP
7- Bajarokê Xoşkar (Çewlîg), Hayrettîn Kuçuk - YRP
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse