Çanakkale - Şewatê keda 20 salan a malbata Kurd kir qirik

09-08-2025
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Maşallah Yildiz di nav ajelên xwe yên ku şewitîne de digere /Wêne: Rûdaw
Maşallah Yildiz di nav ajelên xwe yên ku şewitîne de digere /Wêne: Rûdaw
Nîşan Çanakkale Şewat Malbata Kurd
A+ A-

Çanakkale (Rûdaw) - Şewata li parêzgeha Çanakkaleyê ya Tirkiyeyê keda 20 salan a malbata Kurd a Wanî bi xwe re şewitand.

Şewata ku li du navçeyên Çanakkaleyê derket devrûbereke mezin a daristanan da ber xwe.

Bi hewleke 24 seatan şewat hate tefandin û xisareke canî derneket lê çend malên ku di nava şewatê de man bûn xwelî û nêzî 200 mî û bizin mirar bûn.

Maşallah Yildizê 45 salî ku beriya 20 salan ji Erdîşa Wanê koç kiriye û hatiye li Çanakkale bi cî bûye niha li nava xwelî, xisar û ziyana jiyanê dimeşe.

Şewata ku li daristanên Çanakkaleyê derket, mal û heywan û ka û ce û tene û heta bi mirîşkên wîgê dane ber xwe.

Niha tenê ew û xanima wî û 5 tene zarok mane ku dûkêl li ser jiyana wan radibe.

Maşallah Yildizê ku ajelên wan di şewatê de şewitîne amaje bi wê yekê kir ku agir rê nedaye ku ew ajelên xwe xelas bikin û wan bi zorê canê xwe rizgar kiriye.

Li nava wan 2-3 malan ku tenê çend mirîşk û mî lê mane nêzî 200 pez û mî şewitîn.

Agirê ku nişkê ve girtiye malan tenê rê daye da ku karibin xwe û zaran rizgar bikin.

Paşa Yildiz jî da zanîn ku ji ber bayê gur agir zû belav bûye û ji ber ku midaxale jî nehatiye kirin keda wan a 20 salan di nav 2 saetan da tev şewitiye.

Şewata ku li Saricaelî û Bayramîçayê her du navçeyê Çanakkaleyê derket piştî 24 seatan hate tefandin.

Lê bi dehan hektar darûber bûn rijî tevî seval û heywanên kovî ên li navê.

Sedema şewatan hîna diyar nîne lê 5 kes bi gumana ku şewat derxistine hatine desteserkirin. Tu xisareke canî nîne bêyî heywanan.

Şewatên mezin ku ji erd û ezmên ve midexele lê hate kirin teviyan lê xetereya li daristanan berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst