ÎZMÎR - Girtiya Efrînî Lamia Asu piştî 32 salan hat berdan

09-10-2025
RÛDAW
Nîşan Lamia Asu Efrîn Girtî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiya Kurd a ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê Lamia Asu piştî 32 salan ji girtîgeheke Îzmîrê hat berdan.

Hêzên ewlehiyê Lamia Asu piştî berdanê ji bo dersînorkirinê bir Navenda Vegerandinê ya Harmandaliyê ya Îzmîrê.

Lamia Asu sala 1992yan li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê hatibû desteserkirin û bi hinceta “têkdana yekîtî û yekparçebûna dewletê” cezayê heta hetayê lê hatibû birîn.

Berdana wê salek û 7 mehan hatibû bipaşxistin

Lamia Asu cezayê xwe temam kiribû lê berdana wê bi giştî salek, 7 meh û 15 rojan bi hincetên wekî "mixalefeta li dijî karmendên girtîgehê" hat bipaşxistin.

Li gorî nûçeya MAyê, Lamia Asu 6ê Çiriya Pêşîn ji Girtîgeha Jinan a Şakranê ya Îzmîrê hat berdan û ew niha li Navenda Vegerandinê ya Harmandaliyê tê girtin.

Tê payîn ku Tirkiye Lamia Asuyê dersînor bike û wê bişîne Sûriyeyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin