Erdogan dest bi serdanên xwe yên derve dike

10-06-2023
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Seokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan  piştî ku di gera duyem a hilbijartinên serokomariyê de careke din hat hilbijartin, dest bi serdanên xwe yên bo derveyî welat dike.

Seokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan  di gera duyem a hilbijartinên 28ê Gulanê de bo cara sêyemîn wek serkoomarê Tirkiyê hat hilbijartin. Piştî ku hat hilbijartin Erdogan dest bi serdana welatên cîhanê dike.

Di vê çarçoveyê de biryar e Erdogan yekem geşta xwe di 12ê Hezîrana 2023an de bo bakurê Qibrisê bike. Erdogan  di vê geşta xwe de dê ligel Serokkomarê Qibrisa Bakur Ersîn Tatar û Serokwezîrê wê Unal Ustel bicive. Biryar piştî civînê jî Erdogan û Tatar civîneke hevbeş a çapemeniyê saz bikin.

Serokkomarê Tirkiyê piştî serdana bakurê Qibrisê,  di 13ê Hezîrana 2023an de serdana Azerbaycanê jî dike û ligel hevtayê xwe yê Azerî Îlham Alieyev dicive.  Piştî civîna Serokkomarên Erdogan û Alîyev şandên herdû welatan  jî ku ji çend wezîr û berpirsan pêktên dicivin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst