Hewlêr (Rûdaw) - AK Partî demsala havînê ku Parlamentoya Tirkiyeyê tê girtin, dê xebatên amadekirina destûra nû, reforma birêvebiriyên xwecihî û yasaya bicihanîna cezayan bidomîne.
Parlamentoya Tirkiyeyê her sal 1ê Tîrmehê tê girtin û 1 Çiriya Pêşîn careke din dest bi xebatê dike.
Li gorî nûçeya Kararê, AK Partî dê vê vê havînê jî xebatên xwe yên amadekirina destûra nû, reforma birêvebiriyên xwecihî û yasaya bicihanîna cezayan bidomîne.
Tê pêşbînîkirin AK Partî piştî vebûna parlamentoyê derbarê van mijaran yasayên berfireh pêşkêşî parlamentoyê bike.
Yasaya şaredariyan û birêvebiriyên xwecihî tê guhertin
Li gorî yasaya nû dê erk û desthilatên şaredariyan ji nû ve bên diyarkirin û statuya şaredariyên bajarên mezin, bajar û navçeyan û statuya gund û taxan ji nû ve bê nûjenkirin.
Krîterên parêzgehbûnê jî tên guhertin û desthilatên parêzgarî û saziyên îdareya taybet ên bi ser parêzgariyê ve tên zêdekirin.
Yasaya bicihanîna cezayan tê berfirehkirin
Yasaya bicihanîna cezayan a ku berî demekê girtiyên nexweş, kal û pîr û jin û zarok li xwe girtibûn lê sînordar bû dê bi yasaya nû were berfirehkirin.
Bi yasaya nû dê krîterên berdana bişert bên nûjenkirin, wekheviya ceza tê qebûlkirin û demên darizandinê tên kurtkirin.
Tê plankirin ev yasaya ku dê bibe bingeha pêvajoya çareseriyê meha çiriya pêşîn pêşkêşî parlamentoyê bê kirin.
Nexşerêya destûrê jî mehên havînê diyar dibe
Komîsyona 11 kesî ya destûrê ku bi serokatoya Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz hatiye avakirin ji nûnerên partiyên siyasî, saziya bicihanîn û yasadanînê pêk tê.
Komîsyon dê mehên havînê civînên xwe bike û nexşerêya nivîsandina destûrê diyar bike.
Tê pêşbînîkirin Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî beşdarî hinek civînên krîtîk bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse