Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiyê di meha Adara îsal de 182 binpêkarî hatine kirin.
Parlementerê (CHP) Sezgîn Tanrikulu raporteke taybet bi binpêkirinên meha Adarê belav kir.
Li gor raporta hatiye belavkirin Adara îsal, 182 binpêkirin li beramber mafên mirovan hatine kirin, ku 5 binpêkirin li girtîgehan, 142 binpêkirin li kar, 28 binpêkirina li beramber jinan bûne.
Her li gor raportê 3 binpêkirin li beramber koçberan, binpêkirinek gotina nefret-lêbûyî heye.
Bi sedema otomobîlên leşkerî û polîsan zarokekî canê xwe jidest da, 2 zarok jî bi sedema teqîna mayinê canên xwe jidest dan.
Her li gorî wê raporta ku Sezgîn Tanrikulu belav kiriye, 371 binpêkirin hene ku ziyanên îşkence û azaran jî ligel wan in.
138 îşkencedan hatin tomarkirin û tevaya giştî 233 rewşên îşkencedanê û serederiyên xirab hene.
173 binpêkirinên di mijara derbirrîna nerîna azad de bûn, 6 rojnamevan hatin girtin, ku 5 kes ji wan hatin birin bo dadgehê.
Li gor raportê 392 binpêkirinli mafên xwepêşandanê hebûn.
Girtina ser 25 konferansên rojnamevanî û 9 şanogerî jî hatin qedexekirin. Li 8 parêzgehan çalakî hatin qedexekirinû sînordarkirin.
Her di vê çarçoveyê de, 325 kes di çalakiyan de hatin girtin, ku 25 kes ji wan hatine hukimkirin.
Komîteya Mafên Mirov û Dadê ya Partiya Gel a Komarî (CHP)ê li parlementoya Tirkiyê wan binpêkirinan dişopîne û belav dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse