Hemû helbestên Furûx Ferûxzad bo Kurdî hatin wergerandin

11-09-2021
RÛDAW
Nîşan Furûx Ferûxzad Helbest Kurdî Hatîce Kiliç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hemû helbestên helbestvana Îranî Furûx Ferûxzad ji aliyê Hatîce Kiliç ve ji Farisî bo Kurdî hatin wergerandin.

Hemû helbestên helbestvana Îranî Furûx Ferûxzad ku yek ji damezrênerên helbesta nûjen ya Îranê ye, ji aliyê Hatîce Kiliç ve ji Farisî bo Kurdî hatin wergerandin.

Pirtûka helbestên Furûx Ferûxzad bi navê “Baweriyê Bînin Em Bi Destpêka Demsala Sar” ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hat çapkirin. Pirtûka ku ji 336 rûpelan pêk tê, hemû helbestên Ferûxzad bi Kurdî tê de cih digrin.

Hatîce Kiliç li Zanîngeha Stenbolê beşa Ziman û Wêjeya Farsî xwend. Kiliç heta niha helbestên Ferûxzad, Ehmed Şamlû, Sohrab Sepehrî bo Kurdî wergerandiye û ew helbest di kovaran de hatine weşandin.

Hatîce Kiliç niha li Zanigeha Marmarayê ya Stenbolê li ser "Ziman û Netewperwerî li Iranê" doktoraya xwe dike.

Hatîce Kiliç di heman demê de bijareyek ji helbestvana Îranî Hafiz werdigerîne Kurdî. Wergera Hafiz jî dê ji aliyê Weşanxaneya Avestayê bê çapkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst