MÊRDÎN - 'Kevoka Aştiyê' ya bi rengên Mezopotamyayê li ber firînê ye

3 demjimêr berê
Abdulselam Akinci
Nîşan Nûrettîn Çakmak Kevoka Aştiyê Mêrdîn
A+ A-

Mêrdîn (Rûdaw) - Wênesaz û peykersazê Mêrdînî Nûrettîn Çakmak, bi armanca piştgiriya pêvajoya aştiyê û çareseriyê, ji bermayiyên hesin û xurdeyan peykerekî "Kevoka Aştiyê" çêdike.

Nûrettîn Çakmak bi destpêkirina nîqaşên li ser pêvajoya aştiyê re biryar daye ku bi hunera xwe piştgiriyê bide vê hewaya erênî.

Hunermendê Mêrdînî ji bo vê armancê, ji nav gilêşa bajêr û ji xurdefiroşan bi sedan parçeyên cuda kom kirine û li atolyeya xwe dest bi çêkirina vê berhemê kiriye.

"Em dê ji kêfan bifirin"

Peykersaz Nûrettîn Çakmak diyar kir ku ew nêzîkî şeş mehan e li ser vê projeyê dixebite û got:

"Dema li Tirkiyeyê behsa pêvajoya aştiyê hat kirin, min jî du meh beriya wê dest bi çêkirina kevoka aştiyê kiribû.

Nêzîkî şeş meh in bi şev û roj ez dişixulim. Înşelah dê tiştekî xweş derkeve.

Bila ji niha û pê ve azadî û aştî li welatê me çêbibe. Bi wî awayî him em, him jî dinya dê kêfê bikin."

Kevoka hesinî ya aştiyê bilindahiya wê zêdetirî du metreyan e û giraniya wê jî nêzîkî tonekî ye.

Per, bask, çav, ling, sing û poçika kevokê hatine temamkirin.

"Li ber firînê ye"

Çakmak li ser giraniya peyker û hêviya xwe wiha axivî:

"Kevoka min a aştiyê hema hema li ber firînê ye.

Kevoka min a aştiyê giran e, nêzîkî 750 kîloyan e. Lê dema aştî were welat, ew jî û em jî em dê ji kêfan bifirin."

Di çêkirina peykerê de bi sedan perçeyên cuda hatine bikaranîn ku her yek di dema xwe de bi armanceke cuda xizmet kiriye.

Ew perçeyên bikarhatî niha di bin destê Çakmak bi rengekî din reng didin kevoka aştiyê.

"Wekî rengên Mezopotamyayê ye"

Nûrettîn Çakmak berhema xwe dişibîne rengên Mezopotamyayê û dibêje:

"Ev kevoka min a aştiyê wekî Mezopotamyayê ye. Her rengek tê de heye.

Dema tu lê binêrî, rengek ji çiyê, rengek ji beriyê û rengek ji kevnarbûna Mêrdînê heye."

Peykerê ku li Deşta Mezopotamyayê tê amadekirin, li ber xilasbûnê ye.

Hoste û hunermendê kevokê hêvî dike ku ew aştiya ku xelk li bendê ye, beriya ku kevoka wî bi temamî xelas bibe were welêt û êdî qet neçe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst