Hewlêr (Rûdaw) - Operasyon li dijî Can Holdingê hat kirin û birêvebirên 121 kompanyayan hatin desteserkirin û her wiha dest danîn ser Show TV û Haberturkê.
Li Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Kuçukçekmeceyê de bi tohmeta “damezirandina rêxistina sûcan”, “qaçaxçîtî”, “sextekarî” û “spîkirina pereyan” operasyonek li dijî Can Holdingê hat kirin.
Di operasyonê de biryara desteserkirina 8 kesan hat dayîn ku birêvebirên wekî Mehmet Şakîr Can, Kemal Can û Kenan Tekdag jî di nav de ne.
Her wiha dest danîn ser 121 şîrketên holdingê ku di nav wan de Haberturk û Show TV jî hene.
Karsaz Turgay Cîner, sala 2024an hemû hîseyên xwe yên di nav Ciner Yayin Holdingê de ku HaberTurk, Show TV û Bloomberg HT jî di nav de bûn, veguhastibûn Can Holdingê.
Di nav saziyên girêdayî Can Holdingê de Zanîngeha Bîlgiyê, Koleja Dogayê, stasyonên benzînê yên Energy, Awox, Nexweşxaneya Medîzayê û Otelên Golden Hillê jî hene.
Tê payîn ku saetên pêş derbarê hûrgiliyên lêpirsînê agahiyên nû ji raya giştî re bên parvekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse