Hewlêr (Rûdaw) - Karsazê ji parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê Sezgîn Baran Korkmaz li Amerîkayê hat berdan.
Karsaz Sezgîn Baran Korkmazê ku li Awisturyayê bi tohmetên spîkirina pereyan, dizî û sextekariya di belgenameyan de hatibû girtin û piştre radestî Amerîkayê hatibû kirin.
Sezgîn Baran Korkmaz bi biryara dadgeheke wîlayeta Utahê ya Amerîkayê hat berdan.
Dê careke din bê darizandin
Korkmaz dê 30ê Cotmeha 2023an careke din derkeve pêşberî dadwer û ji ber dayîna zanyariyên xelet bê darizandin.
Li gorî zanyariyan Sezgîn Baran Korkmaz niha li Washingtonê ye û bi mercê ku "derbarê wan cihên serdana wan dike de zanyariyê bide dozger" dikare li yek ji 5 wîlayetên ku dadgehê destnîşan kirine bimîne.
Sezgin Baran Korkmaz yek ji wan karsazan e ku li Tirkiyeyê jî bi tohmeta spîkirina pereyan biryara girtina wî hatiye dayîn û dest bi ser mal û milkê wî de hatiye girtin.
Wêneyên wî bi Recep Tayip Erdogan re hene
Pêwendiya Sezgin Baran Korkmaz bi çend berpirsên AK Partiyê re hebû û çendîn wêneyên wî bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan re jî hene.
Li Amerîkayê li ser Korkmaz, ji ber tawanên spîkirina pereyan û revandina bacê dozek hatibû tomarkirin.
Di çarçoveya dozê de, Amerîkayê ji Awisturyayê xwestibû ku Korkmaz bê girtin.
Korkmaz, li ser daxwaza Amerîkayê di 19ê Hezîrana 2021ê de li Awisturyayê hatibû girtin û piştre radestî Amerîkayê hatibû kirin.
Dadgeha Welsê ya Awisturyayê 24ê Tebaxa 2021ê biryar dabû ku xwediyê Holdînga SBKyê Sezgin Baran Korkmazê ku bi spîkirina 133 milyon dolarên Amerîkî tê tohmetbarkirin, radestî Tirkiyeyê bike.
Sezgîn Baran Korkmaz ji navçeya Dîgorê ya Qersê ye
Sezgîn Baran Korkmaz ji navçeya Dîgorê ya parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê ye û Kurd e.
Li ser perwerdeya Korkmaz ti agahî nînin lê wek ew bixwe dibêje, di 12-13 saliya xwe de çûye Stenbolê û demekê pêlav boyax kirine û herwiha li xwaringehan jî xebitiye.
Tê gotin ku destpêkê bi kirîna kargeha rûnê motoran dest bi bazirganiyê kiriye, piştre SBK Holding damezrandiye û karê xwe mezin kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse