Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pendîkê ya Stenbolê di şewata ku li malekê derket de 3 zarok mirin û yek jî bi giranî birîndar e.
Bûyerê li Taxa Fevzî Çakmakê ya Pendîkê rû da.
Li qata têketinê ya avahiyeke 2 qatî ji ber sedemeke nediyar şewat derket.
Li ser agahdarkirina cîranan tîmên agirvemirandinê, polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Zarok li malê bi tenê bûn
4 zarokên ku di nav agir de mabûn ji malê hatin derxistin û tîmên tenduristiyê ew bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyê.
Bi midaxeleya tîmên agirvemirandinê şewat hat vemirandin.
Hat zanîn ku 3 ji zarokên ku rakirine nexweşxaneyê mirine û rewşa wî zarokê ku sax ma ye jî giran e.
Li aliyê din, hat diyarkirin ku dema şewat derketiye dayîka zarokan ne li malê bûye û her 4 zarok li malê bi tenê bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse