Efkan Ala: Em derbasî qonaxeke giring bûn

12-05-2025
RÛDAW
Nîşan Efkan Ala PKK AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala derbarê çekdanîna PKKyê de got, "Ji bo dawîlêanîn û tasfiyekirina saziyên ne qanûnî derbasî qonaxeke giring bûne."

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) biryarên kongreya 12an eşkere kirin.

Li gorî biryaran, “PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan.”

Piştî biryara fesixkirina PKKyê daxuyanî ji Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala hat.

Ala di daxuyaniya xwe de got, "Di vê qonaxa girîng de, mekanîzmayên têkildarî karên ku dê bên kirin û birêvebirina pêvajoyê dê bi awayekî pêwîst bên bikaranîn."

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala, derbarê biryara fesixkirina PKKyê û çekdanînê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da.

"Li ser rêya Tirkiyeya bê teror sînorekî pir girîng hat derbaskirin. Rêxistina terorê biryara danîna çekan û xwefesixkirinê da. Ji bo dawîlêanîn û tasfiyekirina saziyên ne qanûnî derbasî qonaxeke nû bûne."

"Mekanîzma dê bi awayekî pêwîst bên bi kar anîn"

Efkan Ala, destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de mekanîzmayên pêwîst dê bi awayekî çalak bixebitin û got:

"Di vê qonaxa girîng de, mekanîzmayên têkildarî karên ku dê bên kirin û rêvebirina pêvajoyê dê bi awayekî pêwîst bên bi kar anîn."

Ala, bal kişand ser helwesta Serokkomarê Tirkiyeyî Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHPyê Dewlet Bahçelî ya li ser pêvajoyê û got:

"Bi îrade û ferasetên ku Birêz Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Birêz Dewlet Bahçelî nîşan dane, em bi biryardarî ber bi armanca Tirkiyeya bê teror ve diçin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst