Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu got, “Em dibêjin bila di destûrê de madeyên ku nayên guhertin nebin, em rêgiriyê li îradeya nifşên paşerojê nekin.”
Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu îro çû serdana Partiya Doza Azad (HUDA PAR) û Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu ew pêşwazî kir.
Her du aliyan piştî hevdîtina ku demjimêrekê berdewam kir daxuyaniyeke hevpar da çapemeniyê.
Di hevdîtinê de Davutoglu derbarê serdana xwe ya li Herêma Kurdistanê agahî da Yapicioglu.
Her wiha li ser pêşhatên dawî yên li Xezeyê û pêvajoya çareseriyê jî hatin gotûbêjkirin.
Ahmet Davutoglu diyar kir ku li Xezeyê komkujiyek tê kirin û piştî temamkirina pêwendiyên dîplomatîk ên pêwîst ew ji bo çûyîna Xezeyê her tiştî bike.
Zekeriya Yapicioglu di daxuyaniyê de got:
“Me li ser Xeze, Filistîn û pêvajoya ku li Tirkiyeyê berdewam dike an jî bêçekkirina PKKyê an jî bidawîbûna tundûtûjiyê, çi navî lê dikin bikin, li ser vê pêvajoyê me bi hev re nêrînên xwe parve kirin.
Li ser hemû mijarên ku hatin vekirin lihevkirin çêbû.”
Yapicioglu derbarê pêvajoyê anî ziman:
“Kesê ku naxwaze tundûtûjî û teror bisekine, yan pirsgirêkeke wî ya eqlî an jî exlaqî heye.
Divê her kes tiştê ji destê wî tê bike ku ev pêvajo serkeftî were encamdan.
Ji bo xurtkirina biratiyê, berpirsyarî dikeve ser milê her kesî.
Em bi biryar in ku her tiştê ji destê me tê bikin da ku barê dê bikeve ser milên me bi layiqî hilgirin.”
Davutoglu û Yapicioglu bersiva pirseke derbarê nîqaşên li ser destûra nû da.
Davutoglu ev pirs wiha bersivand:
“Tirkiye hîn bi destûreke ku piştî darbeya 12ê Îlonê hatiye nivîsandin dijî û divê em vê rastiyê bibînin.
Îdeala me ew e ku Tirkiye piştî pêvajoyeke nivîsandina destûrê ya bi temamî sivîl ku beşdariya civakî tê de di asta herî bilind de be, bigihêje destûreke nû.
Divê ev guhertina destûrê ya ku ji aliyê desthilatê ve careke din hatiye rojevê, bi awayekî pêk were ku nebe sedema encamên wekî Pergala Hikûmeta Serokkomariyê ya ku mîna ya 2017an Tirkiyeyê zêdetir otorîter dike û taybetmendiya wê ya otorîter zêdetir tûj dike.”
“HUDA PAR ne li dijî alayê ye”
Zekeriya Yapicioglu jî wiha bersiv da heman pirsê:
“Hinek siyasetmedar, ew kesên ku me ne wekî reqîbên siyasî lê wekî dijmin dibînin dibêjin HUDA PAR li dijî Komarê ye, li dijî Marşa Îstîklalê ye.
Ew dê paytextê ji Enqereyê veguhezînin, ev hemû derew in.
Ez ne li dijî Marşa Îstîklalê me û nikarim bibim jî ku tê de rêzek heye dibêje, ev bangewaziyên ku bingeha dîn in.
Bi alayê re jî qet pirsgirêkên min nînin. Hîva li ser alayê baweriya min temsîl dike. Ev ala, alaya min e jî, alaya 86 milyon kesan e.
Hinek siyasetmedar ku dixwazin bala mirovan ji aliyekî bixin aliyekî din, van îftira û derewan dikin.
Em dixwazin destûra darbeyan bê avêtin çopê û destûreke nû bê nivîsandin.
Heke destûra ku bê nivîsandin bi rêya hinek guhertin û rastkirinên li ser destûra heyî pêk were, ev dê nebe destûreke nû.
Em dibêjin bila di destûrê de madeyên ku nayên guhertin nebin, em rêgiriyê li îradeya nifşên paşerojê nekin.
Ev polemîkên erzan û manevreyên siyasî ne. Ew tenê dikarin xwe an jî mirovên ku ji aliyê eqlî ve ji wan kêmtir in, qanih bikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse