Bi biryara dadgehê doza Denîz Poyraz hat paşxistin

12-10-2022
RÛDAW
Nîşan Denîz Poyraz HDP Îzmîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku îro di salona dadgeha doza Denîz Poyraz, xebatkara HDPê ya ku di êrîşa ser avahiya wê partiyê de li Îzmîrê hatibû kuştin, alozî derket, dadgehê biryar da ku doz bo roja Înê 14ê Cotmeha 2022 were paşxistin.

Îro civîneke din a dadgehê derbarê doza kuştina xebatkara HDPyî Denîz Poyrazê li 6mîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê hat lidarxistin, lê beriya destpêkirina civînê li salona dadgehê alozî derket û hêzên ewlehiyê destwerdan kirin.

Li gor zanyariyên Rûdawê, dema xwîşka Denîz Poyraz a girtî anîn salonê, bersûc Onur Gencer ji cihê xwe bi dest hin îşaret kirine, lewra li salonê alozî derket.

Nûçegihanê Rûdwê Rawîn Stêrk ku ji bo şopandina dozê li Îzmîrê ye, ragihand ku heyeta dadgehê salona dadgehê terikand û hêzên ewlehiyê destwerdan kirin.

Hêzên ewlehiyê hewl dan temaşevanên ku bitlên avê avêtin bersûc ji salona dadgehê derxînin.

 

 

Doz hat paşxistin

Serokê dadgehê piştî navberê, bi hinceta ku şert û mercên pêwîst ji ber şer û pevçûnên li salonê pêk nehatin, rûniştina doza Denîz Poyraz taloqî roja Înê kir.

Biryar e civîna dadgehê roja Înê 24ê Cotmehê saet 10.00an li salona kampusa girtîgehê ya navçeya Alîagayê bê dîtin.

HDPê daxwaza aşkerekirina rastiyan kir

Berdevka HDPê Ebru Gunay li pêşiya dadgehê daxwaza eşkerekirina rastiyan kir. Gunay herwiha got ku raya giştî agahdar e, ji roja Denîz hatiye kuştin û heta niha kujer çawa tên parastin.

Ebru Gunay got: “Îro dîsan ji bo em daxwazên xwe yên edaletê û eşkerekirina rastiyan bînin ziman ev tam cara 5ê ye em li ber avahiya Dadgeha Îzmîrê kom dibin. Di her 5 rûniştinên dozê de çi çêbû raya giştî agahdar e, ji roja Denîz hatiye kuştin û heta niha kujer çawa tên parastin, kiryarên wan çawa tên veşartin, çeteyên bermayên DAIŞê çawa ev êriş plan kirin û pêkanîn û çawa hewl didin van rastiyan veşêrin, hemû Tirkiye di serî de wek jin em ji nêzîk ve dişopînin û emê bişopînin jî.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst