Enqere (Rûdaw) - Li Enqereyê bayê pêvajoya çareseriyê dîsa gur bûye Devlet Bahçeliyê piştî hevdîtina bi Heyeta Îmraliyê re got, “Ez îmzeya xwe davêjim binê her hevoka Pervîn Buldanê.
Heyeta Îmraliyê ya ku ji parêzer Faîk Ozgur Erol, Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Mîthat Sancar û Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Pervîn Buldanê pêk tê, ji bo ku derbarê hevdîtina bi Abdullah Ocalan re agahiyan bidin aliyên siyasî li Enqereyê dest bi rêzehevdîtinan kir.
Heyet ewilî li Navenda Giştî ya DEVAyê bi Alî Babacan re û pişt re li Parlamentoyê bi Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî re civiya.
Tê payîn ku heyet bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re jî hevdîtinekê pêk bîne.
Bahçelî: Pervîn Xanimê her tişt bi zelalî got
Heyeta Îmraliyê li Parlamentoya Tirkiyeyê bi Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî re civiya.
Piştî civînê di daxuyaniya hevpar a rojnamegeriyê de Pervîn Buldan axivî.
Devlet Bahçelî li ser axaftina Buldanê got, "Ew îmzeya xwe davêje binê hemû hevokên Pervîn Xanimê û wê her tişt bi zelalî gotiye."
Hevdîtina bi Alî Babacan re
Beriya hevdîtina MHPyê, Heyeta Îmraliyê li Navenda Giştî ya Partiya DEVAyê bi Serokê Giştî Alî Babacan re hevdîtinek pêk anî.
Di civînê de bi berfirehî li ser xebatên Komîsyonê û hevdîtina bi Ocalan re gotûbêj hatin kirin.
Endamê Heyeta Îmraliyê Mîthat Sancar derbarê civînê de got,"Hevdîtineke gelekî baş bû.
Me nirxandin li ser pêngavên heta niha yên pêvajoyê kirin. Ji bo ku em ji ezmûnên berê sûdê wergirin û rewşa îro heye baş fêm bikin, me gotûbêj pêk anîn.
Her wiha me behsa paşeroja pêvajoyê jî kir ka em çawa dikarin li ser zemîneke hevbeş pêşketinên nû tomar bikin."
DEVA dê rapora xwe radest bike
Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan jî diyar kir ku wan rapora xwe amade kiriye û got:
Me wekî Partiya DEVAyê rapora xwe amade kir. Herî dawî me bi hemû parlamenterên xwe û parlamenterên Koma Rêya Nû re nirxandina dawî jî kir.
Heta 1-2 rojan em dê rapora xwe radestî Serokatiya Parlamentoyê bikin û dû re jî dê pêvajoya nivîsandina rapora hevbeş dest pê bike."
Ekmen: Dirêjkirina dema Komîsyonê hat axaftin
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê û Endamê Komîsyonê Mehmet Emîn Ekmen derbarê serdanê de ji Rûdawê re axivî.
Ekmen diyar kir ku di hevdîtinê de behsa pêvajoya nivîsandina rapora Komîsyonê hatiye kirin û got:
“Bi berfirehî li ser pêşhatên heyî, li ser raporan û pêvajoya xwendina raporan a li parlamentoyê nirxandin hatin kirin.
Hûn dizanin êdî dema karê Komîsyonê bi dawî dibe. Gelo pêwîstî bi dirêjkirina dema karê Komîsyonê heye yan na? Ev mijar hat axaftin.
Behsa pêşniyaryasaya pêvajoyê hat kirin ka dê yasayeke çawa bê çêkirin.
Her wiha ji bo zêdekirina bawerî û piştgiriya xelkê ya ji bo pêvajoyê gavên pêwîst hatin gotûbêjkirin.”
Biryar e Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê hefteya bê bi CHP, Partiya Saadet û Partiya Paşerojê re jî bicive û herî dawî jî hevdîtinekê bi Recep Tayyîp Erdogan re pêk bîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse