Hewlêr (Rûdaw) - Beşek ji santrala Elektrîkê ya Nukleerê ya Akkuyuyê ya ku li parêzgeha Mêrsinê Tirkiyeyê tê çêkirin ji sedî 90 temam bûye.
Projeya Santrala Elektrîkê ya Nukleer bi awayekî hevbeş ji aliyê Tirkiye û Rûsyayê ve tê çêkirin.
Xebatên çêkirinê, ji aliyê Kompanyaya Rosatomê ya Rûsî ve bi 20 milyar dolaran tê çêkirin.
Proje bi rektora elektrîkê ya VVER 3+ çar beşan li xwe digire û ji aliyê Rûsyayê ve hatiye dîzaynkirin.
Hêza her beşekê ya berhemanîna 1200 megawat elektrîkê heye.
Herwiha hat ragihandin ku ji sedî 90ê beşa yekem hatiye temamkirin.
Rêveberê Giştî yê Rosatom Alexey Likhachev got:
“Beşa yekem di qonaxa dawî de ye ku ji sedî 90ê wê temam bûye.
Hemû amûrên girêdayî vê reaktora atomî hatine danîn.”
Projeya stratejîk, Nîsana 2018an bi merasîmekê dest pê kir.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li merasîmê amade bû û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî bi reya vîdeokonferansê beşdar bû.
Alexey Likhachev wiha berdewam kir:
“Navenda perwerdeyê ya santrala atomî dest bi kar kiriye.
Kar û ezmûna me ya herî baş bi kar tîne, ango her tiştê ku em dikarin li Rûsyayê bikin an jî ji Belarûsê hîn bibin, li wir heye.”
Li gor rêkeftina navdewletî ku 12ê Gulana 2010an di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de hatiye îmzekirin, proje û Santrala Nukleerî ya Akkuyuyê, bi temamî ji aliyê Rûsyayê ve tê cîbicîhkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse