Du wezîr û Serokê MÎTê sibe diçin Bexdayê

13-03-2024
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wêzîrê Parastinê Yaşar Guler  û Serokê Dezgeha Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin sibe diçin Bexdayê.

Hakan Fîdan, Yaşar Guler û Îbrahîm Kalin ji bo hevdîtinên ewlehiyê dê sibe biçin bexdaya paytexta Îraqê.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Tirkiyeyê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Fîdan dê biçe Bexdayê ji bo beşdarbûna civîna paşerojê ya gotûbêjên ewlehiyê yên navbera Tirkiye û Îraqê ku ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên ve tê lidarxistin.

Li gorî daxuyaniyê dê di şandeya Tirkiyeyê de Wezareta Karên Derve Hakan Fîdan, Wêzîrê Parastinê Yaşar Guler, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin û Alîkarê Wezîrê Karên Navxwe Munîr Karaloglu cih bigirin.

Tê çaverêkirin ku di hevdîtinan de mijarên cuda yên rojeva dualî bi taybetî “têkoşîna li dijî terorê, hevkariya ewlehî û leşkerî” bi berfirehî bên gotûbêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst