Parlamenterê AK Partiyê: Rola parlamentoyê dê zêdetir bibe

13-05-2025
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Parlamenterê AK Partiyê Salîm Ensarîoglu / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Parlamenterê AK Partiyê Salîm Ensarîoglu / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Mehmet Salîm Ensarîoglu AK Partî Ozturk Turkdogan
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Parlamenterê AK Partiyê Mehmet Salîm Ensarîoglu ragihand ku di pêvajoya nû de rola parlamentoya Tirkiyeyê dê zêdetir bibe.

Karvedanên biryara çekberdana PKKyê berdewam dikin.

Li Amedê hinek kesan kêfxweşiya xwe bi govendê diyar kir.

Li Enqereyê jî aliyên siyasî nirxandinên berfireh li ser biryarê dikin.

AK Partî xwe amade dike ku di qoxana nû de parlamentoyê ji bo gavên pêwîst ên yasayî çalaktir bike.

“Rola parlamentoyê dê zêdetir bibe”

Parlamenterê AK Partiyê Mehmet Salîm Ensarîoglu got:

“Ez dizanim ku dê rola parlamentoyê zêdetir bibe. Heta niha desthilat û mixalefet û tifaqa Cumhur wate AK Partî û MHPyê bi DEM Partiyê re neaxivîne.

Lê niha pêwîst e herkes bi rihetî biaxve û ji bo armanceke rast parlamento bê bikaranîn.

Nabe ku li ser gotinekê derbarê ti kesan fezeleke bêne amadekirin. Pêwîst e em guhdariya hevdû bikin em tehemûla hevdû bikin.

Ji bilî cudaxwazî û tundiyê pêwîst e rêz ji bo her nêrinekê hebe.”

DEM Partiyê piştî bihîstine biryara PKKyê hemû bernemayên xwe betal kirin û Komîteya Navendî ya DEM Partiyê dest bi civînê kir.

Hevserokê Komîsyona Yasa û Hiquqê ya DEM Partiyê Ozturk Turkdogan jî diyar kir ku divê pêvajoya çaksaziyan dest pê bike.

“Êdî çek û tundî bi temamî bi dawî dibe”

Ozturk Turkdogan got, “Em di destpêka serdemekê de ne  ku dê ji bo avakirina civakê  gavên mezintir bêne avêtin.

Êdî çek û tundî bi temamî bi dawî dibe. Em di destpêka serdemeke nû ya tekoşîneke berfireh ya demokrasiyê de ne.

Me bi birêz wezîr re dûr û dirêj behsa yasaya înfazê kir, me behsa şertên karkirina birêz Ocalan kir û birêz wezîr behsa hinek pêwîstiyan kir.

Xuya ye ku beşek ji wan pêwîstiyan hatine bicihanîn ku PKK jî kariye kongreya xwe bicivîne û biryaran bistîne.

Dema hûn li biryara jî dinêrin xuya ye ku pêvajo dê bi înçsiyatîfa Birêz Ocalan bê meşandin.”

Li gorî çavkaniyên nêzîkî hikûmeta Tirkiyeyê pêvajoya bêçekkirina PKKyê dê bi di bin çavdêriya aliyekî sêyem de lê bi temamî bi înîsiyatîva hikûmeta Tirkiyeyê were meşandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst