Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel derbarê biryara PKKyê ya xwefesixkirinê got, “Em wekî CHPyê bi aştiyê re ne û çareseriya hemû pirsgirêkên li welatê me bi rêya demokrasiyê pêkan e.”
Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel piştî civîna Lijneya Birêveberiya Navendî (MYK) ya partiya xwe, derbarê biryara PKKyê ya fesixkirin daxuyaniyek nivîskî weşand.
Ozgur Ozel diyar kir ku PKKyê biryara xwefesixkirinê daye û got, “Em wekî Partiya Gel a Komarî wekî her carê, bi aştiyê re ne.
Serkeftina vê pêvajoyê û pêkanîna aştiyeke civakî ya mayînde, girêdayî gavên ku bi dilsozî bên avêtin û pêbendbûna hiqûqî û rewabûna demokratîk e."
“Divê dawî li binpêkirinên destûrî bê”
Ozel amaje bi wê yekê kir ku çareseriya hemû pirsgirêkan bi dewleta hiqûqî, edalet û demokrasiyê pêkan e û got:
“Divê ev pêvajo ne bi hesabên rojane, ne bi planên hilbijartinê lê bi beşdarbûneke ku ti nêrîn, partî û beşên civakî jê neyên derxistin, bê birêvebirin.
“Aştiya navxweyî ya li welatan, ne di sîstemeke otorîter de lê bi hiqûqa demokratîk tê pêkanîn.”
Ozel wekî cihê çareserkirina pirsgirêkan Parlamentoya Tirkiyeyê nîşan da û got:
"Em helwesta xwe ya dîrokî û siyasî ya domdar a derbarê amadekirina rêzikên demokratîk di bin banê parlamentoyê de diparêzin.
Em girîngiyê didin pêdiviya ku hemû rêzikên yasayî yên pêwîst ên demokratîkbûnê bêyî derengmayîn di bin banê parlamentoyê de werin amadekirin.
Em bi bîr tînin ku ne tenê pêkanîna pêvajoya yasayî ya pêwîst ji bo demokratîkbûnê, her wiha terka nêzîkatiyên derveyî hiqûqê yên di sepandina yasayên heyî de û bidawîanîna binpêkirinên destûrê jî şert e.
Divê êdî dawî li sepana tayînkirina qeyûman û lêpirsînên bêhiqûqî bê anîn ku têketina Kurdan a meclisên şaredariyan wekî sûc dibînin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse