Enqere (Rûdaw) - Bi ragihandina fesixkirina PKKyê re li nava Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serdemeke nû destpê dike.
Li hêlekê bandora Qendîl û hêza çekdarî li ser civak û siyaseta legal radibe û li hêlekê jî dewlet çeka xwe ya herî mezin ku Kurd pê dihatin tawanbarkirin û cezakirin ji halê radibe.
Proseya ku bi banga Bahçelî destpê kiriye gihîştiye qonake wisa ku ezberên heyî têk diçin û êdî dema ziman û helwest û siyaseteke nû ye.
Her çi qasî hîna kes nizanibe bê ka Kurd çi mafan bi deset dixin jî, hema bêje hemû derdorên civakê di wê qeneatê de ne ku serdemeke bi xêr û di berjewendiya herkesî de destpê kiriye.
Abdullah Ocalan dema ku li Zanîngeha Enqereyê di fakulteya Zanistên Siyasî de dest bi xwendinê kir, di heman demê de jî beşdarî çalakî û xebadên polîtîk bû.
Ev der wê demê navenda sereke bû li Tirkiye ku rêxistinên Marksîst-Lenînîst û çep lê derdiketin.
Ocalan û çend hevalên wî biryar da da ji rêxistinên çep cudatir tevgereke Kurd bidin destpêkirin.
Lê kesî bawer nedikir ku ew destpêk dê bibe çîrokeke zêdetirî 50 salan û beşek ji dîroka Kurd û Tirkan.
Piştî wê dîroka ku ji xwînê meyiyaye vêga her du alî ji bo aştiyê destê xwe dirêjî hev dikin.
Baş e, rêxistin û siyaseta Bakurê Kurdistanê ku navenda biryarê heta niha Qendîl bû, ew dê ji vir pê ve bi ku ve biqulipe û serweriya legal û demokratîk dê ji Kurdan re çi bîne?
"Dibe ku li şûna Qendîlê hevsengiya Ocalan û DEM Partiyê derkeve pêş"
Parlementerê DEM Partiyê Cengîz Çandar li ser paşeroja Ocalan û DEM Partiyê wiha got:
"Ji îhtimalan yek ev e ku li şûna bandora Qendîlê ya li ser DEM Partiyê, hevsengiya Ocalan-DEM Partî derkeve pêş.
Ji bo vê jî divê qada ku Ocalan lê tevbigere firehtir bibe. Ev jî dê bi xêr be.
Dibe ku wê demê qada siyasetê rengîntir bibe û hin partiyên din yên Kurdan jî derkevin.
Eger DEM Partî ku heta niha ji bandora PKKyê re vekirîbû rasterast têkeve tesîra Ocalan ew dê di berjewendiya Kurdan, Tirkan û dewletê de be jî."
Di rabirdûya van 50 salan de dewletê her dem helwesteke tund a pelçiqandinê bi kar anî û PKK bû hincet û çeka herî mezin di destê dewletê de.
Bi deh hezaran kes bi vê tawanê yan hatin kuştin yan hatin girtin û yan jî sirgûn bûn.
Dewletê hîmê hebûna xwe yê qerase li ser hebûna PKKê danî. Niha dewlet tenê ne bi rêbaza aştiyê hatiye ser xetê, di heman demê de wê çekê jî ji laperên dîrokê re dihêle.
Ji bo vê jî pêdivî bi zimanekî nû heye da civaka Tirkiye jî li helwesta xwe ya li hemberî Kurdan biguhere. Gelo ew ziman çi ye?
"PKK ji nişka ve ji holê ranabe"
Parlementerê Ak Partî yê Berê Orhan Mîroglu tekez kir tevî biryara xwefesixkirinê jî PKK yekser ji holê ranabe û wiha axivî:
"Helbet PKK tevî çand û stratejî û kultûra xwe, tevî wê pratîka ku êş dayê her du aliyan jî ji nişka ve ji holê ranabe.
Tirkiye jî divê him ji DEM Partiya nû re û li hêlekê ji PKKya nû re jî amade be.
Lê divê PKK jî bi berfirehî li ser wê bingehê hûr bibe ku pêşkêşî wê tê kirin."
Di pêvajoyên aştiyê yên heta niha de mixalefeta Tirkiyeyê her tim xwe dida aliyekî û piştgirî tunebû.
Lê vê carê hema bêje hemû partiyên mixalefetê jî vê hengavê bi xêrê ve disengînin û her kes li benda wê destpêka nû ye.
"Di navbera Kurd û Tirkan de ev ezmûna çaremîn e"
Parlementerê Saadetê Mustafa Kaya pêwandiyên di navbera Kurd û Tirkan de jî wiha anîn zimên"
Ev pêvajoya ku niha dimeşe çaremîn ezmûna mezin e di navbera Kurd û Tirkan de.
Yekem ezmûn 1071 Milazgir, duyem ev e ku Îdrisî Bitlîsî eşîrên Kurdan bi Bab-alî ve girêdan di sala 1516an de.
Sêyem lîvayên Hemîdiyeyê ne yên di serdema Abdulhamît (Siltanê Osmaniyan) de.
Eger niha biratiya Kurd û Tirkan li vê erdîgariyê serwer bibe ew dê li vê herêmê ji hêla siyasî, aborî û kultutî ve bi pêşketinên mezintir çêbibin. Nêrîna me ev e."
Piştî ku PKKyê fesixkirina xwe ragihand êdî çav li gavên desthilatê ne ku ew dê biavêjin.
Destûreke nû dê bê amadekirin û yasa û qanûn li gorî vê bêne sazkirin.
Kurd wekî milet bi nasnameya xwe tê de cî digirin yan nagirin diyar nîn e
Lê pêşbînî ew e ku qedexeyên li pêşiya Kurdî rabin û piştî demekê perweredeye bi Kurdî dest pê bike.
Zindaniyên siyasî jî tê payîn ku di demeke nêz de peyder pey bêne berdan û pêvajoya heyî wekî polîtîkayeke dewletê têkeve meriyetê.
Xaleke girîng e ku di van 50 salan de bi dehan desthilat û serok û serokdewlet guherî ne, lê Ocalan wekî roja ewil pozisyon û hêza xwe diparêze.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse