Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, “Ez di çavên we de hişmendiya Feqiyê Teyran û biratiya Îdrîsê Bedlîsî dibînim.”
Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan îro li Enqereyê di Bernameya Bidawîbûnê ya Kampa Şêwir û Stratejiyê ya Ciwanên AK Partiyê de axivî.
Recep Tayyîp Erdogan di beşeke axaftina xwe de derbarê pêvajoya çareseriyê de peyamên girîng dan.
Erdogan ragihand ku armanca wan a sereke avakirina “Tirkiyeyeke bêteror e” û got:
“Kî çi dek û dolaban bike bila bike, kî çi astengiyan derxe bila derxe, em dê înşallah Tirkiyeyeke ku teror tê de tune be radestî we bikin.”
Erdogan tekez kir ku ew bi “sebir û wêrekî” xebatên pêvajoyê didomînin.
Erdogan pesnê ciwanan da, navê du kesayetiyên girîng ên dîroka Kurd anî ziman û got:
“Ez di çavên we yên dibiriqin de hişmendiya kûr a Feqiyê Teyran a ku hêj dilan ava dike û hişmendiya biratiyê ya Îdrîsê Bedlîsî dibînim.”
“Em dê guh nedin wan kesên bi reşbînî diaxivin”
Erdogan her wiha ragihand ku partiya wî dê di demek nêzîk de salvegera 24emîn a damezirandina xwe pîroz bike û got:
“Wekî mîrata herî mezin a ku em dê ji we re bihêlin, em Tirkiyeyeke bêteror bi sebir, wêrekî û dilsozî ava dikin.
Em dê guh nedin wan kesên ku her dema dest bi axaftinê dikin bi reşbînî diaxivin.
Em dê guh nedin gotinên ‘hûn nikarin bikin, hûn nikarin bi ser bikevin’.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse