Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler, li gel Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhef Ebû Qesra, Wezîrê Karên Derve Eshed Hesen Şeybanî û Serokê Îstixbarata Giştî Huseyîn El Seleme civiya.
Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî di daxuyaniyekê de ragihand ku Yaşar Guler li Enqereyê Murhef Ebû Qesra, Eshed Hesen Şeybanî û Huseyîn El Seleme pêşwazî kirin.
Li gorî daxuyaniyê, di civîna ku li avahiya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê pêk hat de, mijarên parastinê û ewlhiyê yên dualî û herêmê hatin gotûbêjkirin.
Yaşar Guler û Murhef Ebû Qesra piştî civînê Yadaştnameyeke Jihevtêgihiştinê ya Perwerde û Şêwirmendiya Hevbeş îmze kir.
Her îro heyeta Sûriyeyê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî civiyabû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse