Li Antalyayê hoteleke 5 stêrk şewitî

14-01-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Serik a Antalyayê, agir bi hoteleke 5 stêrk ket û zerareke mezin çêbû.

Li navçeya Serikê li Navenda Geştyariyê ya Belekê, agir bi hoteleke 5 stêrk ket.

Li ser agahdarkirinê, tîmên agirvemirandinê û polîs bo cihê çûn bûyerê.

Piştî demekê ji hewldanên tîmên agirvemirandinê, agir hat kontrolkirin, lê di encama şewatê de mexzen û beşa ofîsan a hotelê şewitîn û zerareke mezin çêbû.

Sedema çêbûna şewatê hêj nehatiye zanîn û polîs derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kiriye.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst