Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Edeneyê yê Tirkiyeyê jineke bi navê Zeynep Egriyê ragihand ku 4 roj in pisîka wan ji malê derketiye û venegeriyaye.
Hevjînê Zeynep Egriyê li derveyî Tirkiyeyê dixebite û ne li malê bûye.
Zeynep Egriyê xebera windabûna pisîkê nedaye hevjînê xwe û anî ziman:
“Ez newêrim, ji ber ku eger pisîka me neyê dîtin, hevjînê min dê ji min veqete.”
Zeynep Egriyê diyar kir ku jiyana wan a hevjîniyê bi wê pisîkê ve girêdayî ye û got:
“Eger heta hevjînê min vedigere, ez wê pisîkê nebînim, jiyana min a hevjîniyê dê bi dawî bibe.”
Pisîk biçûk e û navê wê Diablo ye.
Zeynep Egriyê 15 hezar lîreyên Tirkî (nêzîkî 400 dolarên Amerîkî) wekî xelat daniye ji bo kesê ku Diablo jê re bibîne.
Egriyê da zanîn ku hevjînê wê ji wê hez dike lê zêdetir ji pisîkê hez dike û gotiye, ew pisîk xeta sor e û divê hay jê hebe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse