ENQERE - 9 şaredar tevlî AK Partiyê bûn: ‘Serê min bilind e!’

14-08-2025
RÛDAW
Nîşan CHP AK Partî Ozlem Çerçîoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Seroka Şaredariya Bajarê Mezin a Aydinê Ozlem Çerçîoglu û 8 şaredarên din tevlî AK Partiyê bûn.

Di merasîma salvegera 24emîn a damezirandina AK Partiyê de 9 şaredar derbasî AK Partiyê bûn.

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan beşdarî merasîma tevlîbûnê bû û rozet bi wan ve kirin.

Ozlem Çerçîogluya ku ji CHPyê îstifa kir û derbasî AK Partiyê bû got:

“Eger îro li ser min heger îdia hebin, bila wan eşkere bikin. Ez ji darizandinê netirsiyam. Eniya min pak e, serê min bilind e!”

Seroka Şaredariya Bajarê Mezin a Aydinê Ozlem Çerçîogluya ku îro ragihandibû ji CHPyê îstifa kiriye, bi awayekî fermî tevlî AK Partiyê bû.

Seroka Şaredariya Bajarê Mezin a Aydinê Ozlem Çerçîoglu anî ziman:

“Wekî ku min berê xizmeta Aydinê dikir, ji niha û pê ve ez dê di bin sîwana Serokkomarê xwe yê birêz de zêdetir xizmetê bikim.

Eger îro li ser min heger îdia hebin, bila wan eşkere bikin. Ez ji darizandinê netirsiyam. Eniya min pak e, serê min bilind e!

Pirsgirêkên ku ez jiyame ji aliyê exlaqê siyasî ve guncav nabînim lê eger pêwîst bike ez dê yek bi yek eşkere bikim.

Yekane derdê min ew e ku ez xizmeta welêt û Aydinê bikim.

Ji niha û pê ve ez dê bi we re, di bin sîwana Serokkomarê xwe yê birêz de xizmetê bidomînim.

Birêz Serokkomarê min, parêzgeha Aydinê herêmeke erdhejê ya pileya yekem e.

Ji niha û pê ve ez dixwazim bi piştgiriya we dest bi seferberiya veguherîna bajêr bikim, ji niha ve li ser xêrê be!”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî axaftina xwe rozet bi 9 şaredaran ve kirin û daxuyaniyek da.

Erdogan di daxuyaniya xwe de da zanîn:

“Em malbata AK Partiyê bi beşdariyên nû mezintir dikin.

Em ji hemû hevalên xwe yên ku tevlî me bûne re dibêjin bi xêr hatin û em wan hemûyan bi dilgermî hembêz dikin.”

Demên dawî dihate axaftin ku dê Çerçîoglu ji partiya xwe îstifa bike û tevlî AK Partiyê bibe.

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel û CHPyê bertekên tund nîşanî Çerçîogluyê dabûn.

Hatibû îdiakirin ku eger tevlî AK Partiyê bibe “soza rizgarkirina şirketa malbatê” li Çerçîogluyê hatiye dayîn.

Li aliyê din, hatibû îdiakirin ku piştî navê Çerçîogluyê di lêpirsîna Azîz Îhsan Aktaş de derbas bûye “şantaj lê hatiye kirin” ku ev lêpirsîn ji bo lêpirsîna Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî bûye hincet.

Kîjan şaredar tevlî AK Partiyê bûn?

Di merasîma salvegera 24emîn a damezirandina AK Partiyê de 9 şaredar derbasî AK Partiyê bûn.

Recep Tayyîp Erdogan piştî axaftina xwe rozet bi 9 şaredaran ve kirin.

Şaredarên ku tevlî AK Partiyê bûne ev in:

Seroka Şaredariya Bajarê Mezin a Aydinê Ozlem Çerçîoglu (CHP)

Şaredarê navçeya Sokeya Aydinê Mustafa Îberya Arikan (CHP)

Şaredarê navçeya Yenîpazara Aydinê Malîk Ercan (CHP)

Şaredarê navçeya Sultanhîsara Aydinê Osman Yildirimkaya (CHP)

Şaredarê navçeya Şehîtkamîla Dîlokê Umut Yilmaz (CHP)

Şaredara navçeya Altinovaya Yalovayê Yasemîn Fazlaca (CHP)

Şaredarê navçeya Yalvaça Ispartayê Mustafa Koda (ÎYÎ Partî)

Şaredarê navçeya Yeşîltepeya Aksarayê Îsmaîl Akpinar (ÎYÎ Partî)

Şaredarê navçeya Bozkurta Kastamonuyê Muammer Yanik (Serbixwe)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst