Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel got ku ji bo ew xwe nêzîkî Kurdan bikin pêwîstiya wan bi DEM Partiyê nîne.
AK Partiyê qonaxa yekem a danîna çekan a ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve pîroz kir.
Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku AK Partî, MHP û DEM Partî bi hev re pêvajoya çareseriyê bi rê ve dibin û rexneyên tund li CHPyê û dijberên pêvajoyê kirin.
“Nikarin me ji vê rêya pîroz vegerînin”
Recep Tayyîp Erdogan got, “Çi dikin bila bikin, vê carê serkeftî nabin. Nikarin bikevin navbera me û armanca me. Nikarin me ji vê rêya pîroz vegerînin.”
Serokê CHPyê her çiqasî dijberiya pêvajoya çareseriyê nake jî beşek ji berpirsên partiya wî bi eşkere dijberiya xwe nîşan didin.
CHP ji nêzîkbûna DEM Partiyê ya AK Partî û MHPyê bi fikar e.
“Pêwîstiya Kurd û Tirkan bi hev heye”
Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel got:
“Partiya Gel a Komarî ji bo avakirina pêwendiya bi Kurdan re û xwestina tiştên baş ji bo Kurdan, pêwîstiya wê bi DEM Partiyê nîne.
Ji bo avakirina pêwendiya bi Tirkan re, pêwîstiya DEM Partiyê jî bi CHPyê nîne.
Lê ji bo pêkvejiyan û avakirina paşerojê, pêwîstiya Kurd û Tirkan bi hev heye."
Rola Herêma Kurdistanê
Tirkiye di pêvajoya çareseriyê de ti welat wekî çavê sêyem an jî wekî çavdêr qebûl nekiriye lê belê Herêma Kurdistanê vê rolê dibîne.
Tekane navnîşana derveyî Tirkiyeyê ku bi fermî şandeya DEM Partiyê serdana wê dike û gotûbêj lê tên kirin, Herêma Kurdistanê ye.
Cihê çekdanîna yekemîn a koma gerîlayan jî Herêma Kurdistanê bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse