Alîkarê Serokê CHPyê çû serdana Demîrtaş

14-10-2025
RÛDAW
Nîşan CHP Namik Tan Selahattîn Demîrtaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê CHPyê Namik Tan ragihand ku wî li Girtîgeha Edirneyê Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş ziyaret kiriye.

Namik Tan diyar kir ku wî silavên Serokê CHPyê Ozgur Ozel gihandine Demîrtaş û wan li ser rûdanên siyasî yên dawî gotûbêj kiriye.

"Em dê komara xwe bigihînin demokrasiyê"

Namik Tan piştî serdanê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da.

Tan ragihand ku rewşa Selahattîn Demîrtaş baş e û soza şopandina dozên siyasî da û got:

“Em dê heta dawiyê dozên welatiyên me yên wekî Demîrtaş, Ekrem Îmamoglu, Can Atalay, Osman Kavala, Fîgen Yuksekdag û rojnamegeran bişopînin.

Em dê careke din komara xwe bigihînin demokrasiyê, dewleta hiqûqê û azadiya raderbirînê.”

Biryara DMMEyê nehatibû bicihanîn

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar dabû ku Selahattîn Demîrtaş were berdan lê ew heta niha jî nehatiye berdan û Tirkiye li dijî berdana wî derdikeve.

Ev yek di çarçoveya pêvajoya çareseriyê ya heyî de ji aliyê gelek kesan ve wekî pêngaveke neyînî tê nirxandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst