Pêşniyara Fatîh Erbakan: ‘Bila Bahçelî biçe Îmraliyê’

14-10-2025
RÛDAW
Nîşan Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbakan Devlet Bahçelî Abdullah Ocalan
A+ A-

 Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbakan pêşniyar kir ku eger hevdîtinek bi Abdullah Ocalan re were kirin, bila Serokê MHPyê Devlet Bahçelî bi xwe biçe Girava Îmraliyê.

Serokê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbakan di pêşniyara xwe de got:

"Madem ku Ocalan nikare were Parlamentoyê, wê demê bila birêz Bahçeliyê ku ew vexwendibû Parlamentoyê, biçe Îmraliyê.

Pişt re jî bila ew bi xwe were û Komîsyonê agahdar bike."

Serokê Giştî yê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbakan li ser rojeva hevdîtina Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re axivî.

Erbakan li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da û pêşniyar kir ku hevdîtina muhtemel a bi Abdullah Ocalan re, ji aliyê Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ve were kirin.

Fatîh Erbakan di axaftina xwe de anî ziman:

"Wekî ku tê zanîn, ji bo çareserkirina pirsgirêka terorê ya ku êşên mezin daye gelê me, li Parlamentoyê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê hat avakirin.

Mijara ku şandeyek ji vê komîsyonê biçe Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike, demeke dirêj e rojevê mijûl dike.

Em wekî Partiya Yenîden Refahê dibêjin, ne rast e ku ev komîsyona ku nûnertiya Parlamentoyê dike, biçe Îmraliyê.

Eger hevdîtinek bi Abdullah Ocalan re were kirin, bila birêz Devlet Bahçelî bi xwe bike.

Birêz Bahçelî wekî kesê ku ev hemû pêvajo daye destpêkirin, aniye ziman ku divê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin û gotiye nêrînên Ocalan gelekî girîng in, bila biçe Îmraliyê û bi Ocalan re rû bi rû hevdîtinê bike.

Madem ku Ocalan nikare were Parlamentoyê, wê demê bila birêz Bahçeliyê ku ew vexwendibû Parlamentoyê, biçe Îmraliyê.

Pişt re jî bila ew bi xwe were û komîsyonê agahdar bike."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst