Erdogan li ser rûdanên dawî yên pêvajoyê axivî

7 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Pêvajoya Çareseriyê AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan li Stenbolê di bernameya "Civînên Ciwanan ên AK Partiyê" de Stenbolê axivî.

Erdogan li ser pêşhatên dawî yên pêvajoya çareseriyê got, "Şikeft vala bûn, çek hatin şewitandin û tên şewitandin."

Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku ew partiya siyasî ne ku herî zêde ciwan eleqeyê nîşan didin û ew jî herî zêde girîngiyê didin ciwanan.

Rola parlamentoyê û şewitandina çekan

Erdogan di axaftina xwe de amaje bi pêşhatên pêvajoya çareseriyê kir û got, “Niha li herêmên Rojhilat û Başûrêrojhilatê Anatolyayê belkî çend şikeft mane lê ji bilî van me her der paqij kir.

Ev tevgera paqijkirinê didome."

Serokkomarê Tirkiyeyê amaje bi rola parlamentoyê ya di vê pêvajoya çareseriyê jî kir û wiha axivî:

"Hevalên li parlamentoyê jî têkildarî vê pêvajoyê erkên xwe girtin ser milê xwe.

Me ev xebat lezandin. Şikeft vala bûn, çek hatin şewitandin û tên şewitandin. Niha li Rojhilat û Başûrêrojhilat aramî pêk hatiye."

"Şivan bi rihetî pezên xwe diçêrînin"

Erdogan îdia kir ku li herêmê ewlehiyeke tam çêbûye û got, "Baweriya me heye, em piştrast in û êdî her kes bi rihetî derdikeve zozan û çiyayan.

Şivan bi rihetî dikarin pez û berxên xwe biçêrînin."

"Em mil bi mil bi ciwanan re meşiyan"

Serokkomarê Tirkiyeyê di berdewamiya axaftina xwe de ji ciwanan re got, "Di desthilata me ya 23 salan de em her tim mil bi mil bi ciwanan re meşiyan."

Erdogan di berdewamiyê de bangî ciwanan kir ku li hemberî provokasyonan baldar bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst