Erdogan: Wekî AK Partî, MHP û DEM Partiyê me biryar da ku em bi hev re bimeşin

12-07-2025
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan AK Partî MHP Pêvajoya Çareseriyê DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Recep Tayyîp Erdogan di gotara xwe de da zanîn, “AK Partî, MHP û DEM Partî me biryar da ku bi hev re bimeşin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan li navçeya Kizilcahamamê ya Enqereyê beşdarî “Civîna 32yemîn a Şêwir û Nirxandinê” ya partiya xwe bû.

Recep Tayyîp Erdogan di gotara xwe de li ser pêvajoya çareseriyê peyamên girîng dan û li xeletiyên dewletê eşkere kirin.

Piştî ku Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk gotibû, “Serokkomarê me dê şemiyê daxuyaniyeke dîrokî bide” hêviyek çêbûbû ku Erdogan dê derbarê pêvajoyê peyamên gelekî girîng bide.

Erdogan diyar kir ku di bidawînebûna terorê de hinek kiryarên xelet ên dewletê jî rol lîstine û got:

“Gelek xeletî hatin kirin, şewitandina gundan, qedexekirina axaftina bi Kurdî xelet bûn.

Torosên Spî, kuştinên kiryarên wan nediyar, Zindana Diyarbekirê, gundên ku hatin şewitandin, mirovên ku neçarî koçê hatin kirin û dayîkên ku nedikarîn bi zarokên xwe re di girtîgehê de bi Kurdî biaxivin.”

Erdogan her wiha anî ziman:

“Piştî çalakiyên destpêkê yên sala 1984an, Komara Tirkiyeyê serî li her rê û rêbazan da lê bi ser neketin.”

Erdogan tekez kir ku “Projeya Tirkiyeya Bêteror ne encama bazarekê ye, ne dan û standinek e” û wiha pê de çû:

“Bi danîna çekan a PKKyê Tirkiye bi ser ket.

86 milyon welatiyên me, Tirk, Kurd û Ereb bi ser ketin.”

Erdogan qala rola MHP û DEM Partiyê ya di pêvajoya çareseriyê de jî kir û da zanîn:

“Wekî AK Partî, MHP û DEM Partiyê me biryar da ku em bi hev re bimeşin.”

Erdogan di gotara xwe de bal kişand ser destpêkirina şerê PKKyê û got:

“Mixabin, piştî êrişa yekem a sala 1984an, terorîzm li Tirkiyeyê roj bi roj zêde bû.

Ji wê demê ve gelek hikûmet hatin û soz da ku terorîzmê ji holê rakin lê terorîzm ne li ser axa me û ne jî li welatên din ên ku baregehên xwe lê ava kirine, ji holê hat rakirin.”

“Kiryarên xelet ên dewletê”

Erdogan qala şewitandina gundan û kiryarên ku Komara Tirkiyeyê yên li dijî Kurdan kir û anî ziman:

“Bê guman, hinek kiryarên xelet ên dewletê jî rol lîstine.

Torosên Spî yek ji wan bû. Kuştinên kiryarên wan nediyar yek ji wan bû.

Zindana Diyarbekirê yek ji wan bû. Gundên şewitandî, mirovên ku neçar man di şevekê de birevin, dayîkên ku nedikarîn di girtîgehê de bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin, hemû mînakên van kiryarên xelet bûn.

Li şûna ku terorîzmê biqedînin, rêbazên neqanûnî yên têkoşînê ew gur û mezin kirin û ji rêxistina terorê re zemînek ava kir ku îstismar bike.

Me hemûyan berdêla van xeletiyan da. Ne tenê hêzên me yên ewlehiyê canê xwe ji dest da sivîl jî mirin.

Tirkiye bi van êrişên terorê bêîstiqrar bû. Em bi fatureyeke aborî ya nêzîkî 2 trilyon dolarî re rûbirû man.

Beriya her tiştî, rêxistina terorê zerereke giran da aştî, aramî, yekîtî, yekparçeyî û biratiya welatê me.”

Erdogan bal kişand ser avakirina komîsyoneke li Parlamentoya Tirkiyeyê û da zanîn:

“Em ji bîr nekin, dema dil bibin yek sînor ji holê radibin.

Wekî gaveke yekem, dê li Parlamentoya Tirkiyeyê komîsyonek bê avakirin û em dê di bin sîwana parlamentoyê de pêwîstiyên yasayî yên pêvajoyê gotûbêj bikin.

Ez careke din dibêjim, wekî Hevpeymaniya Cumhurê em wekî AK Partî, MHP û bi DEM Partiyê re, dê vê pêvajoyê bipijînin û ber bi siberojê ve bi pêş ve bibin.

Şandeya DEM Partiyê bi Serokê Parlamentoya me re hevdîtin kir.

Em di wê baweriyê de ne ku alîkariya bihêz a parlamentoyê ji bo pêvajoyê girîng e.”

Erdogan di beşeke din a gotara xwe de anî ziman:

“Me astengiyên di têkoşîna li dijî terorîzmê de ji holê rakirin.

Li ser banga Bahçelî, me gav ber bi Tirkiyeyeke Bêteror ve avêtin.

Ji bo em vê derfetê bi kar bînin, me pêvajoyeke pir hestyar bi rê ve bir.

Doh, rêxistinê biryara xwe ragihand û çekên xwe bi merasîmekê danîn.

Ji doh ve, belaya 47 salî ya terorîzmê ketiye pêvajoya bidawîbûnê.

Tirkiyeyê dest bi derketina ji vê rûpela bi êş kiriye.

Ji bîr nekin, îro rojeke nû ye; di dîrokê de serdemeke nû vebûye.

Îro, deriyên Sedsala Tirkiyeyê bi berfirehî hatine vekirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst