Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Tendirûstî yê Tirkiyê Fahrettin Koca li parêzgeha Hatayê serdana çadirên fitarê yên zerardîtiyên erdheja 6ê Sibatê kir.
Bi zarokeke keç re şa bû û pirsî: “Ti daxwazek te ji me heye?
Lê bersiva keçikê dibe sedema kêliyeke bi êş ku digrî û dibêje bavê min nîne ez we dixim şûna bavê xwe.
Yagmur Demir anî ziman, “Dema min ew dît bavê min hat bîra min giriyê min hat. Em niha di çadiran de dimînin. Hê konteyner nedane me.”
Nurcan Demir dayika Yagmur dibêje beriya erdhejê di qezayekê de hevjînê wê canê xwe ji dest daye û ligel 4 zarokan hewl dide debara jiyana xwe bikin.
Dayika Yagmur Nurcan Demir got, “Me wezîr her di televizyonê de didît. Xwedê jê razî be hat vêderê em dîtin. Ligel me xwarina fitarê xwar.”
Di erdheja 6ê Sibatê de Hatay yek ji wan parêzgehan bû ku herî zêde zerar gehiştiyê. Li gor amarên fermî %80 avahiyên parêzgehê hilweşiyane û bi hezaran kes hê di çadiran de ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse