Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu, di çarçoveya xebatên “Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê” de rapora ku partiya wî amade kiriye radestî Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş kir.
Yapicioglu piştî hevdîtinê daxuyanî da rojnamegeran û li ser çarçove û naveroka raporê nirxandin kirin.
Yapicioglu got, “Me mesele di du beşên cuda de lêkolîn kir.
Ya yekem pirsgirêka tundiyê ya li Tirkiyeyê ye, ya duyem jî em ji vê serbixwe bawer dikin ku meseleya Kurdan heye û me paşxaneya dîrokî ya vê meseleyê lêkolîn kir.”
“Me paşxaneya dîrokî ya meseleya Kurdan lêkolîn kir”
Yapicioglu diyar kir ku wan rapora ku ji bo tevkariya xebatên Komîsyonê amade kiriye radestî Serokê Parlamentoyê kiriye û destnîşan kir ku rapora wan ji metnên partiyên din cudatir e.
Serokê Giştî yê HUDA PARê wiha axivî:
“Me jî rapora xwe pêşkêş kir. Rapora me ji 46 rûpelan, du beşên sereke û neh sernavên sereke pêk tê.
Cudahiya herî bingehîn a ji raporên partiyên din ew e ku me mesele di du beşên cuda de dest girtiye.
Ya yekem pirsgirêka tundiyê ya li Tirkiyeyê an jî beşa `Tirkiyeya Bê Teror` e.
Ya duyem jî em ji vê serbixwe bawer dikin ku meseleya Kurdan heye.
Me paşxaneya dîrokî ya vê meseleyê, paşxaneya dîrokî ya biratiya Tirk û Kurdan lêkolîn kir. Me diyar kir ku divê ev mesele jî bê çareserkirin.”
“Me pêşniyaryasayeke şênber amade kir”
Yapicioglu anî zimên ku wan xebatek kiriye ku partiyên din nekiriye û got:
“Me derbarê çareseriya beşa tundiyê ya kar de pêşniyaryasayeke şênber amade kir û me ew pêşkêşî Komîsyonê kir.
Me ev pêşniyaryasaya xwe gihand Birêz Serokê Parlamentoyê jî.”
“Em wekî pêşniyareke hevpar pêşkêş bikin”
Yapicioglu derbarê pêşniyaryasaya amadekirî de ev agahî dan:
“Daxwaza me ew e ku partiyên din vê pêşniyarê binirxînin, eger hewce bike em muzakere bikin.
Eger li ser têgeh an rêziknameyên ku me pêşniyar kirine nêrînên cuda hebin, em wan biaxivin.
Eger mimkun be, em metnekê ku partiyên din jî li serê li hev kiriye, wekî pêşniyaryasayeke hevpar pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê bikin.”
Pêşniyara qanûneke taybet
Yapicioglu diyar kir ku pêşniyaryasa ji 11 madeyan pêk tê û ew rêziknameyên derbarê rêxistinên ku biryara fesixkirinê daye û ev yek bi awayekî fîzîkî pêk anîne li xwe digire.
Yapicioglu got, “Ji bilî guherînên ku di qanûnên cezayê yên heyî an jî mevzûata têkoşîna li dijî terorê de bên kirin, em li ser têgeheke nû qanûneke taybet pêşniyar dikin.
Me pêşniyarek amade kir ku rewşeke ku berê di lîteratûr û qanûnên me de cih negirtiye, têkildarî rêxistinên terorê yên hatine fesixkirin an jî fesihbûyî tên hesibandin, sererast dike.”
Zekeriya Yapicioglu her wiha got ku dê hem rapor û hem jî pêşniyaryasa di saetên pêş de li ser malpera HUDA PARê bê weşandin û bi raya giştî re bê parvekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse