Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser danîna çekan daxuyanî da

15-05-2025
RÛDAW
Nîşan Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Danîna Çekan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser biryara danîna çekan a PKKyê ragihand ku ew li qadê pêvajoyê ji nêzîk ve dişopînin.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê Zekî Akturk îro li Enqereyê civîna heftane ya medyayê saz kir.

Zekî Akturk di civîna medyayê de behsa biryara pêvajoya danîna çekan a PKKyê kir û got:

“Li qadê operasyonên lêgerîn û tinekirina şikeft, wargeh û teqemeniyan berdewam in.

Em li qadê pêvajoyê ji nêzîk ve dişopînin.”

Akturk da zanîn ku di mijara radestkirina çekan de, dê ji aliyê yekîneyên pêwendîdar ên dewleta Tirkiyeyê ve bi hevahengiya mixetab ên welatên herêmê mekanîzmayek were avakirin.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê Zekî Akturk anî ziman:

“Rêxistina terorîst a dabeşker PKKyê ragihand ku xwe fesix kiriye û biryara danîna çekan daye.

Em tekez dikin ku divê biryara hatiye wergirtin demildest were bicihanîn.

Gavên berbiçav ên ku li qadê dê bên avêtin ji nêzîk ve werin şopandin.

Provokasyonên devkî û kirdeyî jî di nav de em li dijî her cure rewşên ku dikarin pêvajoyê têk bidin, baldar û amade ne.”

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) biryarên kongreya 12emîn eşkere kirin.

Li gorî biryaran, “PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst