Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Ewlekariya Stenbolê ragihand ku li wê parêzgehê di nav mehekê de 5 hezar û 823 koçber hatine girtin û bi armanca dersînorkirinê bo navendên vegerandinê hatine şandin.
Rêveberiya Ewlekariyê ya Stenbolê bi daxuyanyekê ragihand ku îsal li Stenbolê ji 15ê Gulanê heta 14ê Hezîranê çendîn oparasyon dijî koçberan hatine kirin û di wan oparasyonan de 5 hezar û 823 koçber hatine girtin.
Li gor daxuyaniya Rêveberiya Ewlekariyê ya Stenbolê, koçberên desteserkirî piştî karûbarên yasayî radestî navendên vegerandinê hatine kirin daku bên dersînor kirin.
Di heman demê de, li gor daneyên Serokatiya Rêveberiya Koçê ya Tirkiyê îsal ji 1ê Çile heta 8ê Hezîranê li seranserê Tirkiyê 42 hezar û 549 koçber hatine dersînorkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse