Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî pisporan çarenivîsa pêvajoya çareseriyê bi rewş û paşeroja Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ve girêdayî ye.
DEM Partî bi tundî bertekan nîşanî helwest û daxuyaniyên Hakan Fîdan dide.
Gotinên dawî yên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û zêdebûna gefên li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bandoreke neyînî li pêvajoya çareseriyê û çekdanîna PKKyê dike.
Piştî ku Fîdan got, "YPG lîstikan xera dike û hewaya erênî têk dide", daxuyaniyên DEM Partiyê jî tundtir bûn.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li hemberî gotinên Fîdan got, "Hakan Fîdan hemû kar û xebatên xwe li ser têkbirina destkeftiyên Kurdan dike."
Komîsyon dixebite, gef zêde dibin
Ev nîqaş di demekê de tên kirin ku li Parlamentoya Tirkiyeyê "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" ji bo amadehiya zemîneyeke yasayî ya piştî çekdanîna PKKyê dixebite.
Gefên li ser Rojavayê Kurdistanê vê pêvajoyê dixe bin metirsiyeke mezin û biryare hefteya pêşiya me komîsyon 2 civînên nû li dar bixe û bi nûner û rêxistinên siyasî re bicive.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê eşkere kir ku êdî nabe behsa dijî Rojavayê Kurdistanê operasyonekê were kirin.
Berdevka DEM Partiyê got, "Em naxwazin rê bidin îhtimalên din. Divê dewlet di helwesta xwe de bibiryar be.
Em dizanin ku kesên ji vê pêvajoyê aciz hene, li hemberî wan jî divê em tekoşîneke demokratîk bimeşînin."
"Kilîda çareseriyê li Rojavayê Kurdistanê ye"
Li Tirkiyeyê gelek alî di wê baweriyê de ne ku kilîda çareseriya Pirsgirêka Kurdan bi rewşa HSD û Rojavayê Kurdistanê ve girêdayî ye.
Eger dijî HSDyê operasyonek were kirin, hem karê komîsyonê û hem jî pêvajo bi giştî dê têk biçe.
Pisporê kar û barên Sûriyeyê yê ORSAMê Oytun Orhan li ser mijarê ji Rûdawê re wiha got:
"Eger sîstemek wisa were avakirin ku HSD ne wekî beşeke serbixwe lê wekî beşeke entegreyî di nav artêşa Sûriyeyê de cih bigire û sîstemeke nenavendî û adilane were avakirin, wê demê dê fikarên Tirkiyeyê yên ewlehiyê kêm bibin.
Ev yek dê bandoreke erênî li pêvajoya navxweyî ya bi PKKyê re jî bike lê eger rewş berevajî bibe, ev dê pêvajoya bi PKKyê re jî têk bide."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse