Di Show TV de sivkatî bi bajarê Wanê hat kirin

15-09-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di televizyona Show TV a Tirkiyê de diyalogên di nava rêzefilmekî de bûne sedema nerazîbûna Kurdan. Di rêzefilma bi navê "Arıza" de dema behsa bajarê Wanê tê kirin, dibêjin serê çiyê û ev yek li ser torên civakî bû sedema nerazîbûnê.

Piştî belavkirina xeleka yekemîn, xelkê nerazîbûna xwe nîşan da û ji derhêner û lîstikvanan xwestin ku lêborîna xwe ji xelkê deverê bixwazin.

Di rêzefilm de keçek li Wanê pizîşkiyê dike, jineke din berê xwe didiyê û dibêje, ma li Stenbolê nexweşxaneyeke ku tu doktoriyê lê bikî tune bû, tu çûye serê wî çiyayî û mîxên lingan çareser dikî.

Serûbinê hevokê nijadperestî û sivkatî ye. Mebesta wan ji serê çiya ew deverên ku li paş mane û medeniyet û şaristanî negihiştiye wan. Li deverên çiyayî jî, ji ber ku xelk gundî ne mîx, nasir di lingên wan de çêdibin.

Bêguman ev ne rêzefilmê yekemîn e ku sivkatiyê bi Kurdan, bajar û gundên wan û şêwaza jiyana wan dike, lê ji ber ku nijadperestî di her aliyê jiyanê de belav bûye, di sektera film û sînemayê de jî ev diyalog asayî têne dîtin.

Kurdên bakurê Kurdistanê ji wê televizyonê û amadekar û derhênerê film dixwazin ku daxwaza lêborînê bikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst