Civîna Rûsya û Ukraynayê dê kengî were kirin?

16-05-2025
Rawîn Stêrk
Pispor diaxivin / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Pispor diaxivin / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan Rûsya Ukrayna Civîn
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Şandeyên Rûsya û Ukraynayê ku ji bo muzakereyên şerê di navbera her du aliyan de hatibûn Stenbolê bi hev re rûneniştin.

Ji ber ku hatina Serokê Rûsyayê Vladimir Putin a Stenbolê betal bû, Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy berê xwe da Enqere û bi Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan re civiya.

Şandeya Rûsyayê heta danê êvarê li cihê ku ji bo civînê hatibû destnîşankirin li benda şandeya Ukraynayê ma lê Ukraynayî neçûn û civîn pêk nehat.

Şandeyên her du welatan li Stenbolê ne û civîn dê di roja nû de pêk bê.

Pisporê pêwendiyên navneteweyî Cîhan Gunyel got:

“Her ku aliyên şer hatin ba hev rêyeke diyalogê vedibe û ji bo agirbest û rawestandina şer di navbera wan de jî rêyek vedibe.

Ew hevdîtin wê ji bo aştiyeke mayînde û rawestandina şer bibe bingeh.

Ji ber wê jî hevdîtina ku li Stenbolê dê bi rê ve biçe girîng e bi ya min.”

Şandeyên Rûsya û Ukraynayê hîn li Stenbolê ne û dê îro bicivin.

Pisporê pêwendiyên navneteweyî Tolga Sakman jî anî ziman:

“Putin bi daxuyaniyeke nîvê şevê Stenbol destnîşan kiribû.

Mebesta wî ew bû ku beriya her kesî Amerîka ji banga wî haydar be.

Ji ber ku ew pêvajo dê bêyî Amerîkayê bi rê ve neçe.

Putin ev yek di serî de gotibû. Putin naxwaze Zelenskyy wekî mixetab qebûl bike.

Li hêla din Putin gotibû, li maseya ku Trump lê nebe ew bixwe jî rûnane.

Îro ev pêvajoya ku li vir dest pê kiriye pêvajoyeke teknîkî ye.

Eger ev civîn veguhêzin egera aştiyê ew dê Trump, Putin û Zelenskyy bi hev re rûnin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst