Gule ji şaredarekî re şandin

16-10-2025
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Uzunkopruyê ya parêzgeha Edîrneyê 2 gumanbar bi hinceta ku gule ji ji Şaredar Edîz Martîn re şandine û û gef li wî xwarine, hatin desteserkirin.

Li gorî nûçeya DHAyê, Şaredarê Uzunkopruyê Edîz Martîn ji ber ku gule ji wî re hatiye şandin û gef li wç hatiye xwarin, serî li Birêvebiriya Polîsan a Navçeyê da û gilî kir.

Polîsan piştî giliyê dest bi lêkolînê kir û F.O. û S.Kyên ku gef li Martin xwaribûn, desteser kirin.

Her du gumanbar piştî kar û barên wan ên li ewlehiyê, bi tohmetên “gef” û “bikaranîn û firotina madeyên hişbir” sewqî dadgehê hatin kirin.

Edîz Martîn di hilbijartinên şaredariyan yên 31ê Adara 2024an de ji ÎYÎ Partiyê wekî Şaredarê Uzunkopruyê hatibû hilbijartin lê meha tîrmehê ji partiya xwe îstifa kiribû û derbasî CHPyê bûbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin